حركة المجتمع الديمقراطي

Dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê sûcekî navnetewî ye

633

Hiqûqnas û Endamê Kongerya Netewî ya Kurdistanê Ebdilrehman Xelîfê dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê weke sûcekî navnetewî bi nav kir û destnîşan kir ku ev dagirkerî di encama jihevketina rewşa Sûriye û Iraqê yên derve û hundirîn pêk hatiye. Her wiha ji ber bêdengiya civaka navnetewî û rewşa herêmên armanc hatine girtin, pêk hatiye. Xelîfê da zanîn ku bêdengiya rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê ji ber ku berjewendiyên partîtî û heta berjewendiyên malbatê di ser berjewendiya netewî re digi

Hiqûqnas û Endamê Kongerya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ebdilrehman Xelîfê di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re behsa dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Başûrê Kurdistanê kir û got ku aliyên rê li pêşiya biryara li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê digirin, eşkere ne û heman aliyên ku piştî buyerên 16’ê Mijdara 2017’an de ji sedî 51 ji axa Başûrê Kurdistanê winda kirine ye. Xelîfê destnîşan kir ku pêwîst e parlemanterên Kurd û Ereb ên Iraqê helwesteke hevgirtî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê nîşan bidin, ji ber ku di encamê de ev dagirkeriya Tirkiyeyê çavbirçîbûneke wê li Iraqê ye.

Hevpeyvîna bi Ebdilrehman Xelîfê re wiha ye:

·Artêşa dagirker a Tirkiyeyê di dawiya meha adarê de destwerdana xwe li herêma Başûrê Kurdistanê zêde kir û gelek gundên wê topbaran kirin. Gelo têkliya vê destwerdanê bi bêdengiya rayedarên Başûrê Kurdistanê re li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê heye? An di çarçoveya lihevkirineke di navbera herdu aliyan de pêk tê? Gelo Tirkiye bi vê destwerdana xwe dixwaze bigihêje ku derê?

Ji dema damezrandina Tirkiyeyê ve piştî hevpeymana Lozanê ya sala 1923’an, Tirkiye bi dagirkirina Bakurê Kurdistanê bes nake û hewldanên xwe ji bo dagirkirina beşên din ên Kurdistanê berdewam dike. Êdî komploya li dijî Kurdan ola vê dewletê ye. Em dûr neçin û tenê behsa destdirêjiyên wê yên serdema nû bikin, eşkere ye ku di van demên dawî de herêma Efrînê dagir kirin û niha jî hewl didin Minbicê dagir bikin. Her wiha destdirêjiyê li serweriya axa Iraqê dike. Yek ji sedemên sereke ya van destdirêjiyan lawazbûna dewleta Iraqê ye, nemaze nakokiyên di navbera hemû aliyan de û têkçûna têkliyên Kurdan bi Bexdayê re û paşguhkirina partiyên desthilatdariya Başûrê Kurdistanê dikin ji mijarên cewherî yên netewa Kurdî re, her wiha berjewendiyên partîtî û malbatî bi Erdogan û partiya wî AKP’ê re hene.

Ez nabêjim hevpeymanek di navbera hikûmeta Başûrê Kurditanê û Tirkiyeyê de heye, ji ber ku hevpeyman di navbera aliyên weke hev de pêk tên, Tirkiye jî bi çavekî kêm li rayedarên Başûrê Kurdistanê dinêre. Sedema sereke ya vê bêdengiyê li hemberî dagirkeriyê lawazbûna rayedarên Kurd e û şerpezebûna helwestan e û di navbera partiyên desthilatdar de alozî berdewam in û berjewendiyên xwe yên partîtî û heta berjewendiyên malbatê di ser berjewendiya netewî re digirin.

Di derbarê beşê dawî ya pirsa we de, Tirkiye hewl dide Mûsil û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev yek di daxuyaniyên rayedarên Tirk de bi awayekî berdewam diyar dibe û ew dibînin ku êdî derfet hatiye ku vê dagirkeriya xwe pêk bîne. Ji erka her Kurdekî niştimanperest e li dijî vê dagirkeriyê bi hemû derfetên xwe bi cesaret li ber xwe bide.

· Gelo ji mafê Tirkiyeyê ye destwerdana dewletên cîran bêyî erêkirina wan bike?

Yasa û pîvanên navnetewî destdirêjiya li axa dewletên cîran qedexe dike. Destwerdan sûceke û ji aliyê qanûna navnetewî ve tê cezakirin û ji mafê Konseya Ewlehiyê ya Navnetewî ye ku tedbîrên cezakirinê yên pêwîst werbigire û di nava wan de tedbîrên leşkerî da ku vê destdirêjiyê rawestîne. Nîşana vê yekê dagirkeriya Iraqê li dewleta Kiwêtê bû.

Lê kiryarên dewleta Tirkiyeyê û destdirêjiyên wê li axa dewletên cîran li Bakurê Sûriyeyê yan Iraqê sûcekî navnetewî ye û ji mafê herdu dewletan e li ba Konseya Ewlehiyê gilî bikin da ku dagiker bête cezakirin.

· Gelo Tirkiye cesareta xwe ji ku derê wedigire da ku van êrîşan li dewletên cîran li Sûriye û Iraqê pêk bîne?

Cesareta Tirkiyeyê ya êrîşa li dijî van dewletên cîran ji ber van sedemên jêrîn e: jihevketina rewşa Sûriye û Iraqê yên derve û hundirîn, bêdengiya civaka navnetewî ji ber berjewendiyên van dewletan, rastiya herêmên ku dewleta Tirkiyeyê armanc dike ji ber ku evan herêm ji bo herdu dewletên Sûriye û Iraqê ne girîng in û ti carî bala xwe nadin van herêman. Her wiha dibînin ku evan herêmê ne girêdayî wan in û ji ber hilweşîna impratoriya Osmaniyan bi wan ve hatine girêdan û ew welatên miletekî din in û vê yekê eşkere nabêjin. Ev di zihniyeta van herdu dewletan de hatiye çandin û di danûstandinên wan de ya bi van herêman re eşkere nîşan dibe.

·Tevî nerazîbûna gelek parlemanter û bilokên kurdî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî vê destwerdanê û daxwaza wan a rûniştina parlemanê ji bo gotûbêjkirina mijarê, lê hikûmeta Başûrê Kurdistanê hêjî bêdeng e. Gelo ev bêdengî çi nîşan dide? Gelo hin alî hene ku rê li pêşiya derxistina biryarekê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê digirin û evan alî kî ne?

Nerazîbûna tekane ji aliyê hin parlemanteran û bilokên biçûk li hemberî vê destdirêjiyê, helwesteke van kesan û bilokên biçûk ya girêdayî welatparêzî û niştîmanbûna wan e, ez van helwestên wan giran dinirxînim. Lê di encama dawî de eger biryareke giştî û tund ji hemû aliyên Kurdî ve li dijî dagirkeriyê dernekeve, dê bê encam bimîne. Her wiha divê parlemanter û bilokên din li xwe vegerin û xizmeta netew û berjewendiya gelê xwe bikin. Ez ji van aliyên bêdeng re dibêjim ku dîrok dê hesaban ji wan bixwaze eger rê li pêşiya derxistina biryarekê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bigirin. Eşkere ye ku evan alî heman aliyên ku piştî buyerên 16 Mijdara 2017’an de ji sedî 51 ji axa Başûrê Kurdistanê winda kirine ne.

·Piştî pêşgaviya dagirkeriyê ya 20 km di hundirê axa Başûrê Kurdistanê de, gelo çi ji gel û bilokên siyasî tê xwestin?

Li hemberî vê destwerdanê û dagirkeriyê helwesteke hevgirtî û hişk ji aliyê Kurdistaniyan ve li her çar parçeyên Kurdistanê tê xwestin, her wiha ji aliyê gelê Iraqê ve û divê xwepêşandan û çalakiyên cûda li dijî vê dagirkeriyê lidar bixînin. Her wiha divê partiyên siyasî jî bi yek helwestê li dijî vê dagirkeriyê tevbigerin û divê rêxistinên sivîl û hemû beşên civakê li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin.

·Gelo parlemanterên ku di hilbijartinên 12’ê Gulanê de bi serketine dikarin mijara dagirkeriya Tirkiyeyê di parlemana Iraqê de bilivînin û rê li pêşiya siyasetên destdirêjiyê yên AKP’ê bigirin?

Di baweriya min de parlemanterên Kurd û Ereb divê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê xwedî helwesteke zelal bin, ji ber ku di dawiyê de çavbirçîbûna Tirkiyeyê di axa Iraqê de ye ku Başûrê Kurdistanê beşekî ji wê ye. Dagirkeriya Tirkiyeyê dê ziyanê bi hemû pêkhateyên Iraqê bike. Lê ji ber rewşa heyî ya parlemana Iraqê hêvî lawaz in, ji ber ku piraniya parlemanteran ji aliyê partiyan ve tên birêvebirin. Rewşa partiyan a niha jî û bi taybet yên desthilatdar, ew li aliyekî dûrî berjewendiya gel dixebitin. Ji ber vê yekê tevgera li dijî dagirkerî û çavbirçîbûna Tirkiyeyê di parlemana Iraqê de girêdayî guhertina hevsengiyan di parlemanê de ye û evan hilbijartinên dawî jî hêjî encamên wê yên dawî eşkere nebûne, nemaze ji ber keysbazî û sextekariya pêkhatiye û bi hêsanî nayê çareserkirin.

· Tirkiyeyê di van demên dawî de rêjeya herikîna ava çemê Dicle bi qasî ji sedî 50’î kêm kir û di encamê de astengiyên mezin li pêşiya welatiyên Iraqê derketin. Gelo bêdengiya Iraqê ji ber destdirêjiya Tirkiyeyê û van kiryarên wê ye yan aliyên Iraqê Kurdan weke dijmin dibînin û divê bi çi rengî be bêne lawazkirin?

Tişta herî zelal û eşkere ku pêwîstî bi nirxandina wê tune ye, ew e ku dagirkerên Kurdistanê derfetan distînin da ku derbeyan li Kurdan bidin û ev zihniyeta wan ti carî nehatiye guhertin. Destûr û federalî û mafên aliyên din tenê di encama rewşên heyî de ya serdema rizgarkirina Iraqê ji destên dîktatoriyetê piştî sala 2003’an pêk hatine.

Ji ber ku tekane aliyên ku ziyanê ji birîna ava çemê Dicle dibînin gelê Iraqê ye ji ber vê yekê rayedarên Iraqê li hemberî vê sûcdariyê û destdirêjiya Tirkiyeyê bêdeng dimînin.