حركة المجتمع الديمقراطي

Dorpêça li ser Efrînê jiyana sivîlan dixe xeteriyê

636

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Dr.Azad Sebirî da xuyakirin ku derfetên wan ên dermankirinê pir kêm e û banga şandina alîkariyan li rêxistinên mirovî kir.

Rêveberê Nexweşxaneya Avrîn Dr. Azad Sebrî diyar kir ku şêniyên li kantona Şehbayê ji ber bilindbûna pileya germê zehmetiyên belavbûna nexweşiyan wekî laşmaniya, hin nexweşniyên hinavîn û singê dikişînin û wiha dom kir, “Mijar pir xeter e ku dermanên herî pêwîst li gel me nîn e. Di van wextan de dopişk û mar jî belav bûne dermanên van jî nînin.”

Sebrî da zanîn ku ew neçar dimînin gelek nexweşan derxînin derveyê kantonê û destnîşan kir ku qutbûna rê êşa wan girantir dike û wiha anî ziman, “Kanton di dorpêçê de ye, derfetên me jî pir kêm in, em neçarin ku nexweşan derxînin derveyî kantonê lê rê qut, heger wisa berdewam bike wê rewş pir xeter rû bide.”

Doxtor Azad Sebrî banga şandina alîkariyên mirovî ji bo şêniyên li kantona Şehbayê li rêxistinên mirovî kir.