Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 20`ê Çile bi awayekî hovane û bi balafiran êrîşî kantona Efrînê kir. Di vê êrîşê de jin, ciwan û hemû pêkhateyên Efîrne hedef hatin girtin. Şêniyên Efrînê ku 58`an rojan li ber xwe dan di encama dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de neçar man dev ji warê xwe ber din li xwe li herêma Şehbayê bigirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Fatma Lekto têkoşîna jin a li hemberî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker li ser jin di hevpeyvîna li gel ajansa me ANHA`ê nirxand.

Fatma Lekto di destpêka axavtina xwe de bal kişand ser berxwedaniya şervanên YPJ/YPG`ê û gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û wiha got:˝ Gelê Efrînê li gel şervanên YPJ/YPG`ê di pêvajoya yekemîn de 58 rojî li hemberî teknîka dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. Jinên Efrînê jî hem di aliyê civakî, rêxistinî, siyasî û leşkerî bi lehengî li ber xwe da.˝

Di berdewamiya gotinên Fatma Lekto de hat gotin ku jinên Efrînê çawa li Efrînê li hemberî êrîşa Tirkiyê li ber xwe dan, li Şehba jî li hemberî şert û mercên zehemet de li ber xwe dan û xwe birêxistin kirin.

Fatma Lekto têkildarî xebatên rêxistinî yên li herêma Şehba wiha got:˝ Em çawa gihîştin Şehba jin di nava mayîn û xirabiyê de destbi avakirina jiyanê kir, malbata xwe xwedî kir û di demeke kurt de xwe birêxistin kir.˝

Jina Efrînê çawa bû xwedî îrade û hêzeke ku di her şert û mercan de xwe birêxistin bike. Fatma Lekto têkildarî vê mijarê wiha got:˝Di destpêka Şoreşa Rojava de Kongreya Star jin perwerde kirin û jin ji hemû aliyan ve ciyê xwe di nava xebatê de girt.˝

Fatma Lekto di dawiya gotinên xwe de wiha got:˝ Em weke jinên Efrînê ti carî radestbûnê qebûl nakin û em ê di van şert û mercan de li ber xwe bidin˝.