حركة المجتمع الديمقراطي

Ilham Ehemd: Em amande bi rêjîmê re danûstendinên bikin

635

Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed diyar kir ku heger rêjîm cidî  be gavan bavêje, ew amadene bi awayekî yekser bi rêjîma Sûriyê re bikevin danûstendinan.

Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed derbarê geşdanên dawî ku pêk tên ji ajansa (ANHA) re axivî û got ku ew amadene danûstendinên rastrast bi rêjîma Sûriyê re pêk bîn in û ev tişt anî ziman: “Şer û rêbaza leşkerî dê çareseriyê ji aloziya Sûriyê re neyîne. JI destpêkê re em vê dibêjin û em hîn jî dibêjin ku em ji bo danûstendinên rasterast ên bi rêjîmê re amade ne.”

Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku heger rast rêjîm amadebe dest bi gavên cidî bike ew ji danûstendinan re amade ne û wiha dom kir: “Riya siyasî tekane riya parastina yekîtiya xaka Sûriyê û dawîkirina şer e. Wiha dê şer bi dawî bibe û Sûriya ne navendî ya demokratîk ava bibe.”