حركة المجتمع الديمقراطي

Welatiyên Reqa li benda yekemîn cejn piştî rizgarkirinê ne

667

Piştî çar salan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê û ji serdemeke zulm û tarîtiyê û piştî bajarê Reqayê ji destên çeteyan hate rizgarkirin, welatiyên bajêr bi coş li benda yekemîn cejna Remezanê ne.

Hêzên Sûriya Demokratîk di 20 cotmeha sala borî de giştî bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Piştî ku bajar hate rizgarkirin bi hezaran welatiyên Reqayê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê neçarî koçberiyê bibûn, vegeriyan malên xwe. Niha rê û kolanên bajêr geş bûne û bi berdewama vegera welatiyan bajar bêtir tê vejandin.

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re, welatiyên bajêr bi coş li benda yekemîn cejna piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ’ê ne. Tevgera di bazarên bajêr de bi şev û roj geş bûne, nemaze piştî ku aramî û ewlehî ji bajêr re vegeriya û kehrebe ji giştî re hate peydakirin.

Girêdayî mijarê ajokarê bi navê Salih El-Elî diyar kir ku piştî bajarê wan ji destên çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, jiyan ji nû ve di bajêr de geş dibe.

Welatiya bi navê Fatme El-Hesen girêdayî mijarê wiha anî ziman: “Tevgera bazarên bajêr ji nû ve geş bûye û welatiyên bajêr bi coş li benda cejna Remezanê ne. Piştî serdema tarî ya çeteyên DAIŞ’ê ev yekemîn cejn di ser welatiyên bajêr re derbas dibe.”

Zaroka bi navê Rîm Ebid El-Ebdîd kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku ew bi vegera li mala xwe gelekî kêfxweş e û dûrî çeteyên DAIŞ’ê dê şahiyên cejna Remezanê lidar bixînin.”