حركة المجتمع الديمقراطي

‘Divê Rûsya dest ji siyasetên xwe yên derxistina tevlîheviyê berde’

650

Rayedarên paya bilind ên Koma Heftemîn bang li Rûsyayê kirin ku dest ji van siyasetên xwe yên derxistina tevliheviyan û sînordarkirina sîstemên demokrasî berde. Her wiha bi berpirsyariya êrîşa bi gaza damaran a li Birêtaniyayê tewanbar kirin.

Serokên dewletên Koma Heftemîn, ji Rûsyayê xwestin ku hewldanên xwe yên sînordarkirina demokrasiyê rawestîne û deriyê Komê li pêşiya vegera wê girtin.

Koma Heftemîn piştî ku daxwaza serokê Emerîka Donald Trump a vegerandina Rûsya di Komê de red kirin, piştgiriya tewanbariyên Birêtaniyayê yên li dijî Rûsyayê ku ew li paş jehrî kirina sîxurê Rûsyî yê berê Sêrgî Skêrbal e, kirin.

Di encamnameya lûtkeya hevbeş a li Kanada de wiha hate gotin: “Em bang li Rûsyayê dikin ku dest ji van siyasetên xwe yên derxistina tevliheviyan û sînordarkirina sîstemên demokratîk berde û alîkariya xwe bi rêjîma Sûriyeyê re bi dawî bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: “Em êrîşa bi gaza damaran li Birêtaniyayê şermezar dikin. Em piştgiriya helwesta Birêtaniya ku heta asteke bilind guman dike ku Rûsya li hemberî vê êrîşê berpirsyar e.”