حركة المجتمع الديمقراطي

Geşedanên dawî jî ji şêniyên Efrînê re hatin nirxandin

599

Meclîsa Kantona Efrînê ji bo şîrovekirina geşedanên dawî, bi taybet derbarê Efrînê de, civînek ji şêniyên Efrînê yên li Şehbayê re lidar xist. Di civînê de hate gotoin ku îdîayên ku alîgêrn Tirkiyê belav dikin ku dibêjin Efrîn bi ewle bûye, ne rast e û binpêkirin hîn jî dewam dike.

Meclîsa Kantona Efrînê li navçeya Til Rifetê civîneke ji şêniyên Efrînê re lidar xist û geşedanên siyasî, bi taybet rewşa Efrînê şîrove kir.

Di civîna ku bi bi dehan welatiyên Efrînê amade bûn de, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Mihemed Seyîd Yûsif axaftin kir.

Yûsif di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ser peyamên navdewletî yên li ser Sûriyê û got, “Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê piştî îtîfaqa di navbera Rûsya û Tirkiyê de hate kirin, qaşo herdu welat bi navê welatên grangot ên agirbestê li Sûriyê ne. Lê mixabin, her du şirîkên rijandina xwîna sivîlên Efrînê ne. Li aliyekî din jî bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van binpêkirinan hê jî berdewam e, bêdengiya wan hişt ku rewş bighêje vê astê.”

Mihemed Seyîd, diyar kir berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê berdewam e û wiha pêde çû: “Şervanên YPG û YPJ‘ê li hemberî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokê meşand, li hemberî tekînîka her pêşketî ya duyemîn mezintirîn hêz di NATO‘yê de sekinîn. Li gel vê yekê jî gelê Efrînê ji cîhanê re îsbat kir ku îradeya wan ji çekên pêşketî xurtir e û tu carî naşkê.”

Yûsif, her wiha destnîşan kir ku gelê Efrînê li Şehbayê xwe bi rêxistin kirine û ev tişt anî ziman, “Gel ji Efrînê derket, da ku xwe ji komkujiyên hovane yên dagirkeran biparêzin. Ji ber ku balafirên şer bê serûber sivîlan bomebebaran dikirin, ev yek hemû li gel bêdengiya raya giştî pêk dihat, li ser vê yekê gel hatin Şehbayê û rêxistina xwe çêkir, da ku berxwedaniya xwe bi awayekî hîn xurtir berdewam bike.”

Mihemed Seyîd, bal kişand li ser îdîayên ku dibêjin Efrîn bi ewle bûye û diyar kir ku ajanên Tirkiyê û çeteyên wê îdîayan belav dikin dibêjin Efrînê bi ew bûye. Mihemed Seyîd got ku dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka Efrîn dagir kiriye ve binpêkirinan li dijî sivîlan dike, wan direvînin, mal û milkên wan talan dikin. Mezarên Elewî û Êzidî rûxandine.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Mihemed Seyîd Yûsif axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Gelê me yê li Şehbayê divê rêxistinbûyîna xwe di her qadan de zêde bikin.  Em ji gelê xwe yê Efrînê re dibêjin ku bi saya berxwedaniya we û ya şervanan em vegerin Efrînê û bi azadî jiyan bikin.”