حركة المجتمع الديمقراطي

‘Sozên ku Tirkiyê dane Amerîkayê xwekuştin e’

512

Niyaz Hemîd rûniştina Tirkiyê û Amerîkayê nirxand û diyar kir ku hevdîtin ne di berjewendiya Tirkiyê de ye, tenê ji bo hinek serkeftinên derew e û wiha got; “Sozên ku Tirkiyê dane Amerîkayê xwekuştina Tirkiyê ye.”

Çavdêrê siyasî û pisporê Rojhilata Navîn ji Başûrê Kurdistan Niyaz Hemîd sedem û encamên hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karê Derve yê DYA‘yê Mike Pompeo ku di 4’ê hezîranê de li Washingtonê li ser mijara Minbicê pêk anîn ji ajansa ANHA yê re nirxand. Hemîd diyar kir ku hevdîtinên Tirkiyê-Amerîkayê ne di berjewendiyên Tirkiyê de ne, pêwîstiya Erdogan bi serkeftinên sexte hene û yê vê bike jî Amerîka ye.

‘AKP dixwaze tengasiyên xwe ji derve de hevseng bike’

Hemîd daxuyaniyên Çavuşoglu li bîr xist û destnîşan kir ku axaftinên Çavuşoglu propogandaya AKP’ê ya ji bo hilbijartinê ye û wiha got; “Ji ber ku AKP‘ê di hindirê xwe de pir tengav bûye, her roj ketina Lîreyê Tirkiye, bêkarî û pirsgirêkên navxweyî zêdetir dibin. AKP‘ê dixwaze van tengasiyan ji derve de hevseng bike.”

 ‘Tirkiye ji bo destkeftiyên tu nirx neyî tawîz da Amerîka’

Hemîd da zanîn ku pêwîstiya Amerîka û Tirkiyê bi hev heye û wiha pêde çû; “Zêdetir pêwîstiya Tirkiyê bi Amerîka heye. Her hevdîtinek Tirkiye-Amerîka li ser berjewendiyên Amerîkayê ne. Li gorî fikrê min Tirkiyê di hevdîtinan de li ser gelek destkeftiyên ku ti nirxê wî neyî tawîz daye Amerîka. Ji ber ku ji bo hilbijartinan pêwîstiya Erdogan bi serkeftinên sexte hene û dê Amerîka van serkeftinên sexte ji bo Erdogan pêk bîne.”

 ‘Bêyê Amerîka nirxê TL bilind nabe’

Hemîd ev serkeftinên sexte di du qonaxan de nirxand. Hemîd diyar kir ku Tirkiyê dibêje ‘em bixwazin nexwazin Amerîka li pişt daketina nirxên lîreya Tirkî ye, her çendî Banka Navendî hewl da ku nirxê TL bilind bike jî nekare. Hemîd da zanîn ku Erdogan baş dizane bêyê Amerîka nirxê TL bilind bike û gotinên xwe wiha berdewam kir; “Ev rewşa dibe sedem ku zextên Amerîka li ser Tirkiyê çêbin”.

 ‘Pêwîstiya Tirkiyê bi destkeftiyên sexte heye’

Hemîd destnîşan kir ku di asta derve de Erdogan û AKP’ê piştî dagirkirina Efrînê pêwîstî bi serkeftinek derew hebû û wiha axivî; “Tirkiyê nekarî bû li Efrînê serkeftinekê bi dest bîne. Ji ber ku heta niha jî berxwedana mezin berdewam dike. Pêwîstî bi rojevek din hebû ew jî Minbicê bû. Tirkiyê li Minbicê jî nabe xwedî destkeftiyan. Ev destkeftiyên tên qalkirin tenê di çapemeniyê de ne. Ji bo hilbijartinan pêwîstiya Erdogan û AKP’ê  bi van destkeftiyên sexte hene. Erdogan li hemberî van destkeftiyên sexte tenezulek mezin ji bo Amerîkayê kiriye.”

 ‘Pêkanîna sozên Tirkiyê xwekuştin e’

Hemîd anî ziman ku Amerîka dibêje li ser du xalan bi Tirkiyê re nûniştine û ev xalane wiha şîrove kir; “Ya yekem kişandina şêwirmendên YPG’ê ji Minbicê û ev yek YPG’ê jî piştrast kir. Ya duyem jî avakirina baregehên leşkerî yên di navbera leşkerên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Amerîka û Fransa de. Ev baregeh di heman demê de ji bo leşkerên Tirk û ên Der El- Furat li hev nekevin. Ji derveyî van xalan tu tişên din nîne. Dê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wek xwe bimîne. Ev jî tê wateya destkeftiyên Tirkiyê li Minbicê pir demkî ne. Ev destkeftî girêdayî sozên Tirkiyê ji bo Emerîka dane ye. Pêkanîna van sozan ji bo Tirkiyê xwekuştin e.”

 ‘Tirkiyê deriyê cehenemê li xwe vekir’

Hemîd diyar kir ku tê zanîn tenazulkirina Tirkiyê ji bo Amerîkayê bi dehan sedem hene û gotinên xwe wiha bi dawî kir; “Yekem divê Tirkiyê ew hevpeymana li gel Rûsyayê ji bo fûzeyên S-400 ji holê rake. Bi vî awayî Tirkiyê deriyê cehenemê (dojeh) li ser xwe vedike. Ji ber ku Rûsya hema wisan razî nabe bi xwekişandina Tirkiyê. Di Heman demê de divê Tirkiyê xwe ji Astana vekşîne. Ji bo avakirina şert û mercên baştir ên İncirlik ji bo Amerîkayê. Divê carek din İncirlik li gor berjewendiyên Amerîkayê berçav re bê derbas kirin. Alîkariya Tirkiyê ji bo Amerîka ku cezayên giran bidin Îranê. Di Heman demê de ji bo cezakirina Tirkiyê hîn jî Zerab jî maye. Ev ji bo cezakirina Îran jî pir giringe. Divê Tirkiyê êdî piştgiriya terorê neke. Kesên di konsolosa Amerîkayê de dixebitîn ji aliyê Tirkiyê ve dîl hatîn girtin divê bên berdan. Ya ji van hemûyan giringtir jî Keşe Rubin Son e. Tramp bi eşkere dibêje li Tirkiyê edalet tune ye. Amerîka dibêje divê demildest Keşe bê azadkirin. Ev jî ne dûr e. Dibe ku van rojan Keşe bê azadkirin. Turamp kariye du welatiyên Amerîka li Koreyê azad bike, lê hîn nikare Keşeyekî li Tirkiyê azad bike. Ji bo wê jî demê mil badana Erdogan hatiye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka azadiyê heye. Ji bo ku careke din kurd li ser Tirkiyê nebin zext divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.”