حركة المجتمع الديمقراطي

‘Bi Yekîtiya Netewî pêşî li dagirkeriyê tê girtin’

564

Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdîstan di çarçoveya hemleya duyemîn a “Serî Hilde” de daxuyanî da û diyar kir ku pêşîgirtina dagirkeriyê di yekîtiya netewî de ye.

Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdîstan ku ji 18 partiyan pêk tê, di çarçoveya qonaxa duyem a Serî Hilde de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Giştî ya Kordînasyonê ya li bajare Qamişlo hat dayîn. Endam û rêveberên Kordînasyonê tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Kordînasyonê Abdulxenî Omer ve hat xwendin.

‘Dagirker dixwazin komkujiyên nû li ser me ferz bikin’

Omer diyar kir ku dê îsal li herçar parçeyên Kurdistanê havînek germ bê jiyankirin û wiha got; “Welatê me ji herçar aliyan ve bûye navenda şer. Dagirker û neyar çeteyên xwe bi her awayî seferber kirine da ku komkujiyên nû li ser gelê me ferz bikin. Ji aliyekî ve Rejîma Suriye dixwaze bi tehdîdên xwe herêmên li Rojava rizgarkirî tevlîheviyê derbixe. Ji aliyekî din ve dewleta Tirk a faşîsta dagirker zilm û zordariyê li ser gelê Efrînê dimeşîne, talan dike, wêran dike, her roj êrîşî sinorê Rojava dike û gel qetildike. Heman demê de dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê dibe ser Başurê Kurdistan, li aliyê din jî bi hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiye yê dixwazin HDP’ê ji parlementoya Tirkiye yê derbixin. Lê AKP’ê panîk mezin dijî ji bo gelê me yê Bakur di rojên dawî de dadikevin qadan. Em piştgiriya xwe gelê xwe yê welatparêz û HDP’ê re didin diyarkirin.”

‘Ji tirsa Gerîllayan nikarin ji çeparan derkevin’

Omer destnîşan kir ku Erdogan û alîgirên wî dibêjin ‘çawa me ala xwe li Efrînê çikiland, em ê li Qendîlê jî biçikilînin’ û wiha pêde çû; “Bila kes hesabên şaş neke. Gelê Rojava dest ji Efrînê bernedaye, Efrîn dilê Kurdistanê ye û eger Tirk hezar alên xwe biçikilînin jî Efrîn dê carek din dilê Kurdistanê bimîne. Heta ala me ya kesk, sor û zer li Meydana Azadiyê li ba nebe wê ciwanên kurd li herçar parçeyên Kurdistanê nesekinin. Dibe ku dagirkeriya Tirk her roj êrîşên qirêj dibe ser Gerîllayan, lê me rastiya vî şerî baş dizainin, Gerîlla her roj derbeyên mezin li wan dixin. Dewleta Tirk a dagirker windahiyên xwe ji raya giştî vedişêrin. Gerîlla di çiyayên Kurdistanê de ne û ew ji tirsa mirinê newêrin ji çeperên xwe derbikevin.”

‘Çareseriya pirsgirêkan di yekîtiya netewî de ye’

Omer anî ziman ku ew wek Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistan, berxwedana Gerîllayên Kurdistan, HPG, YJA-Star pîroz dikin û silavên germ ji wan re rêdikin. Omer bêdengiya partî û hêzên Başurê Kurdistanên ên li dijî dagirkeriyê şermezar kir û wiha axivî; “Bêdengiya li hemberî dagirkeriyê pejirandina dagirkeriyê û parçekirina Kurd û Kurdistanê ye. Em hevakariya PDK’ê ya li gel dagirkeriya Tirk bi tûndî mehkum dikin. Li şuna fitarê li gel dagirkeran bixwin, diviya leşkerên Tirk ji gundên xwe biqewitînin. Hîna derfetên kişandina dagirkeriyê û yekîtiya netewî hene. Em bang li hemû hêzên Başur dikin ku li dora maseya yekîtiya netewî bicivin, nîqaş bikin û eniyek hevbeş li dijî dagirkeriyê avabikin. Çareseriya pirsgirêkên me di yekîtiya netewî de ye. Em mil bi mil bi hevre li dijî dagirkeriyê xwedî helwestbin em ê serbikevin.”

Omer diyar kir ku ew di vê çarçoveyê de qonaxa duwem a Serî Hilde pêşwazî dikin.

Daxiyanî bi druşma “Serî Hilde! Şer bike! Efrînê rizgar bike! Bijî yekîtiya netewî!” bi dawî bû.