حركة المجتمع الديمقراطي

Kongreya YRA‘yê bi dawî bû

573

Kongreya 4’an a YRA’yê bi hilbijartina hevserok û endamên nû yên meclîsê bi dawî bû.

Kongreya 4’an a YRA’yê ku vê sibê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo hate lidarxistin, bi beşdarbûna dehan rojnamavan û xebatên çapemeniyê yên herêmî û navdewletî, her wiha nûnerên YPG, QSD, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û MSD’ê hate destpêkirin.

Kongreya bi rêzgiritnê destpê kir, paşê Hevseroka YRA’yê Şehnaz Osman axavtina vekirinê kir. Şehnaz di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên çapemeniyê yên di oxira heqîqetê de canê xwe feda kirine, bibîr anîn û paşê bixêrhatina beşdaran kir, her wiha rola pêşeng a xebatkarên çepmaniyê di veguhestina rastiyê ji raya giştî anî ziman.

Şehnaz her wiha di berdewama axaftina xwe de zexmetiyên xebatkarên çapemeniyê di salên derbsbûyî de kişandine bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî hemû zehmetî û kêmasiyan gelek kar pêk hat û dengê aştiyê hate ragîhandin. Di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Nisêbînê me hewl dan em rastiya heyî bi raya giştî re parve bikin.”

Di berdewama Kongreyê de Serokê Desteya Serokatiyê ya MSD’ê Cîhad Umer axivî û bal kişand ser berxwedan û fedekariya xebatkên çapemeniyê û ev tişt anî ziman:”Em di serî de hemû şehîdan bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwaz in. Em sersaxiyê ji bo hemû şehîdên çapemeniyê yên ji bo veguhestina dengê azadiyê canê xwe dan, bibîr tîn in. Xebatkarên çapemeniyê li Rojava bi rihê berpirsiyariyê tevgeriyan û tevî hemû şertên û mercên zehemt rola xwe di qada şoreşê de pêk anîn. Bi tekoşîna wan Bîrdoziya şoreşa me li hemû aliyên cîhanê belav bû. Lewama serdana me dikin da ku şoreşa me ji nêz ve nas bikin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, Rêziknameya Hindirîn a YRA’yê ya salane hate xwendin. JI aliyê beşdaran re hate nirxandin. Di nava nirxandinan de bal hate kişandin ser rola YRA di veguhestina bûyerên kantona Efrînê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, her wiha belgekirina binpêkirinên li Nisêbînê hatin kirin ku di çarçoveya hemleya “Na Ji Bêdengiyê re” hatin lidarxistin. Di heman demê de kêmasiyên hatin jiyankirin, hatin rexnekirin.

Piştî nirxandinan, ji bo hilbijartina endamên meclîsa nû ya Yekîtiya Ragihandina Azad deriyê manzetiyê û dengdan destpê kir. Di encamê de Sîpan Can û Evîn Yûsif bûne hevserok. Her wiha Roj Mûsa, Ebdula Şêxo, Îbrahîm Xelîl, Meryem Temir û Hêvî Semîr wekî nûnerên herêma Cizîrê û Idrîs Henan û Sîlva Mustefa nûnerên herêma Efrînê û Şîlan Mihemed û Mihemed El-Cerada nûnerên herêma Firatê di meclîsê de hatin hilbijartin.

Hevserokên nû yên Yekîtiya Ragihandina Azad  Evîn Yûsif û Sîpan Can aixîvîn û spasiya kesên ku dengê xwe dane wan û gotin ku ew erka xwe ya pêşxistina xebatên çapemeniyê bi cih bînin.