حركة المجتمع الديمقراطي

Şaredariyê 15 roj muhlet dan xwediyê xaneyan

539

Şêniyên taxa Cumeyê ya ku ji ber zibl û laşê sawalên mirî bêzar bûne, li benda çareseriyê ne. Şaredariya Rojhilat a Qamişlo li ser taleba Yekîtiya Bazirganên Sewalan ji bo paqijkirinê 15 roj wext  dan.

Xanên (Cihên lawir lê tên xwedîkirin) li taxa Cumeyê ya Qamişlo zêde ne, ev yek dibe sedema nexweşiyan. Taxa Cumeyê ji aliyê Tirbesipiyê ve dikeve destpêka bajarê Qamişlo. Ew tax destpêkê eraziyek vale bû  û niha jî taxa herî dawî ya Qamişlo ye. Taxa Cumeyê dibe du beş, rojhilat û rojava. Bi giştî nêzî 700 mal lê dijîn.  Xan di sala 1980’yî de li eraziyek vale dûrî bajar hatibûn çêkirin. Her ku bajar mezin bû mal li derdora xanan hatin avakirin. Ji salên 1990 ve mal li derdorê xanyan tên çêkirin. Bi vê re jî xeterî derketin holê. Êdî di taxa Cumeyê de mirov û lawir bi hev re jiyan dikin. Zêdehiyên lawiran (zibil û lawirên mirî) zererek mezin digihînin gelê taxê. Rêyên taxê bi ziblê û laşe lawiran, mêş û kermêşan û bêhna nexweş tijî bûne. Ava baranê ya ku di çalan de kom dibe, bi demê re rengê kesk digire û mêşên cuda cuda dihilgire.

Li taxê 220 xan hene, di van xanan de 70 hezar dewar û pez tên xwedîkirin.

Li gor agahiyên me ji Şaredariya Rojhilatê Qamişlo girt, xan erdê gel ên taybet in. Şaredarî nikare  dest deyne ser. Her xanek nêzîkî 500 metre ye û şaredariyê diyar kir ku ew erdek ewqas mezin di destê wan de nîne ji bo xanan ji nava bajar derbixin.

Her çendî heta niha gelek hewilên Şaredariya Rojhilat a Qamişlo ji bo paqijkirinê çêbûn jî, ji bo ku xwediyên xanan ziblê ji bo firotinê kom dikin û laşê lawirên mirî diavêjin tax bûye çavkaniya nexweşiyan.

Gelê taxê ji bo çaresernekirina pirsgirêkê bêzar e

Ji şêniyên taxê  Xêriya Qasim (50) bêzariya xwe wiha anî ziman: “Ji ber mêş û bêhna nexweş ranakevin. Em nikarin xwarinê danin pêşiya xwe. Mêhvanek tê em şerm dikin çayekî bidinê meş dikevin nav de. Bila ev mêş bên derman kirin. Dest û rûyê me ji pizikan (heb) nayê xwiyan. Dema em nêzî taxê dibin ji ber bêhnê em dizanin hatin e taxê.”

Welatiyê ji taxê Bavê Xazî jî diyar kir ku mêşa nexweşiya leşmanya ji avên pîs ên di taxê de çêdibin û wiha axivî: “Em nabêjin bila xanan rakin. Bila derman bikin û zibil paqij bikin.”

Yekîtiya Bazirganên Sewalan a girêdayî Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziya Qamişlo di 4’ê mehê de ji Şaredariya Rojhilat çend taleb xwestin. Taleb bi vî awayî ne;

*Avakirina zabitayekî taybet ji bo muxalefeta li xanê bike.

*Derbasbûnên ser rêyan li xanê rakin

*Ziblê lawiran ê ku li xanê kom dibe paqij bikin

*Golên avê yên qirêj ji nava taxê rakin.

*Hinek rêyan bi keviran sererst bikin.

*Dermanên kermêş û mêşan bireşînin.

Şaredariya Rojhilat jî erênî bersiv da talebên wan û agahdariyek da Yekîtiya Bazirganên Sewalan. Agahdarî bi vê şêweyê ye.

*Paqijkirina zibil, hemû qirêjiyên lawiran ji xanên xwe di nava demekê de ku 15 rojan derbaz neke.

*Rakirina hemû derbazkirinên li ser rêyên nava taxan de, resîf û rêyên giştî.

*Lawirên mirî bi awayek tendirust û qanûnî telef bikin.

*Kesên ku vê agahdariyê pêk neyine dê şaredarî li ser hesabên wan paqijiyê bike û li gor zagonan ceza bide wan.

Gelê taxê li benda xistina meryetê ya Şaredarî û xwediyê xanan e.