حركة المجتمع الديمقراطي

Hikmet Hebîb: Em ji danûstendinan re amade ne

662

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb destnîşan kir ku ew amade ne biçin Şamê û diyalogên niştîmanî li ser asta tevahî Sûriyê pêk bîn in.

Hikmet Hebîb di hevdîtina bi ajansa me ANHA`yê re anî ziman ku serdana şandeyên ji Şamê hatine Bakurê Sûriyê  erênî ne û da zanîn ku ew ji bo danûstandinên niştîmanî Sûriyê amade ne.

Em ji bo diyalogê amade ne

Hebîb di destpêka axaftina xwe de wiha axivî: ˝Em her tim ji danûstandina siyasî re amade ne û têkiliya me bi hêzên niştîmanî yên Sûriyê re heye. Em dixwazin dawî li êşên li ser gelên Sûriyê tên were. Em dixwazin rêveberî û destûrê Sûriyê were guhertin û her kes bighîje mafê xwe.”

Di berdewamiya gotinên Hebîb de wiha hat gotin: ˝Em amade ne ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê biçin Şamê û her devereke li Sûriyê û bi her kesî re bidin û bistîn in. Projeyeke me ya niştîmanî heye û em dikarin li ser esasê wê projeyê bi her kesî re nîqaş bikin.”

Têkildarî serdana şandeyên tên Bakurê Sûriyê Hebîb ev tişt anî ziman: ˝Serdana şandeyên têne Bakurê Sûriyê erînî ye. Danûstandinên Niştîmanî yên di navbera gelê Sûriyê de dê ax û gelê Suriyê biparêze. Kongreyên ku ji derve hatin lidarxistin têkçûn û nikarîbûn aloziya Sûriyê çareser bikin. Heyanî niha jî civaka navdewletî nikare aloziya Sûriyê çareser bike. “