حركة المجتمع الديمقراطي

Pentagon: nimûneya Minbicê li herêmeke din nayê pêkanîn

593

Wezareta Parastinê ya Emerîka (Pentagon) di bersiva li hemberî daxuyaniyên Tirkiyeyê de ku dibêjin ku dê nimûneya Minbicê li hin herêmên din ên Sûriyeyê pêk bînin, ragihand ku nexşeriya ku Emerîka û Tirkiyeyê di derbarê çarenûsa Minbicê de danîne li herêmeke din a Sûriyeyê nayê pêkanîn.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Emerîka (Pentagon) Adrian Galloway got ku nexşeriya ku Emerîka û Tirkiyeyê di derbarê çarenûsa Minbicê de danîne, tenê girêdayî bajarê Minbicê ye û li herêmeke din a Sûriyeyê nayê pêkanîn.

Galloway di daxuyaniyekê de bi kanala El-Hurra re destnîşan kir ku pêkanîna nexşeriyê dê li gorî veguhertinên li ser erdê pêk were û divê hemû alî yên li herêmê bala xwe bikişînin ser tunekirina DAIŞ’ê.

Galloway diyar kir ku Tirkiye endamekî NATO’yê ye û hevkarekî di têkşikandina DAIŞ’ê de ye û wiha domand: “Em hêjî bi baldarî bi hêzên Sûriya Demokratîk re dixebitin.”

Daxuyaniya Galloway weke bersivekê ji daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawîş Oglû re bû ku ragihand ku Tirkiye dê nimûneya nexşeriya di derbarê Minbicê de li hin herêmên din ên Sûriyeyê pêk bîne.

Hêzên Sûriya Demokratîk di sala 2016’an de bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û niha di bin serweriya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye û şêwra xwe ji leşkerên Emerîkî werdigirin.