حركة المجتمع الديمقراطي

Bahoz Erdal: YPG‘ê ne beşek ji PKK‘ê ye

605

Fermandarê PKK‘ê Bahoz Erdal îdîayên ku dibêjin YPG‘ê beşek ji PKK‘ê derewand û diyar kir ku rewşa li Minbicê ji herêmên din nayê cudakirin. Sedem ew e ku hemû hêzên navdewletî li ser erda Sûriyeyê û hemû berjewendî ketine nav hev. Erdal têkildarî şerên wan ên li dijî Tirkiyê got, “Em li pêşberî havîneke germ bi Tirkiyê re rû bi rû ne.”

Rojnameya Okaz a Erebistana Siûdiyê li gel fermandarê PKKê Bahoz Erdal hevpeyvînek pêk anî. Erdal di hevdîtina xwe de behsa gelek mijara girêdayî Rojhilata Navîn, wekî şerê PKK‘ê yê li dijî Tirkiyê, her wiha rola YPG‘ê di Sûriyê, destwerdanên Tirkiyê yên di Sûriyê de kir.

Erdal diyar kir ku PKK‘ê difikire kêşeyên Rojhilata Navîn bi şer û projeyên li herêmê tên ceribandin nayên çareserkirin û çareseriya bingehîn ew e ku pergaleke jiyana hevbeş pêk were û li ser sedema ku PKK‘ê hîn şer dike, wiha got: “Ma derfeta xebata siyasî ji bo partiyê (PKK) li Tirkiyeyê heye? Di salên borî de PKK‘ê hewl da ku çareseriya siyasî û diyalogê pêk bîne ku ya dawî sala 2013‘an bû, gava ku Ocalan agribest û vekişîna hêzên me ji sînorên Tirkiyeyê ragihandin da ku qonaxeke nû ji bo çareserkirina pirsa kurdî dest pê bike lê Hikûmeta Tirkiyeyê mafên gelê kurd qebûl nake. Niha jî bi dehan parlamenterên kurd ên ku di bin sîwana qanûna tirkî de dixebitîn, di girtîgehê de ne ku Selahattin Demirtaş jî di nav wan de ye. Em wiha dibînin ku pirsa kurdî, pirseke siyasî ye û çareseriya wê tenê siyasî ye.”

Bahoz Erdal li ser pirsa”hinek wiha dibînin ku hûn (PKK) sedema trajediya kurdan in?” ev bersîv da: “Berovajî wê, eger ne ji PKK‘ê bûya, eger têkoşîna çekdar tine bûya, dê rewşa kurdan çawa bûya. Eger ne ji PKK‘ê bûya, dê behsa pirsa kurdî jî nebûya. Partiyê wiha kir ku pirsa kurdî kir mijara sereke ya dewleta Tirkiyeyê…partî bû ku gelê kurd anî ba hev.”

Li ser îdîaya ku Bahoz Erdal damezirîner û endazyarê YPG‘ê û rola wî di rewşa Sûriyeyê de, Erdal got, “pirsyara bi vî awayî realîteyê nîşan nade. YPG‘ê encama rewşa Sûriyeyê derket. Ciwanên kurd wek herêmên din xwe bi rê xist û ji xwe Yekîneyên Parastina Gel damezirandin. Lê me wek partî ew yekîne ava nekirin. Lê berî damezirandina wan û piştî wê jî piştgiriya çekan û tiştên din da wan. Me di dema êrîşên DAIŞ‘ê yên li ser Kobanê de bi awayekî zelal û konsantre alîkariya YPG‘ê kir, me cebilxane jî da û her wiha şêwirmendî jî da wan da ku metodên xwe yên şerî bi pêş de bixin û herêmên xwe biparêzin.”

Di berdewamiya hevpeyvînê de û li ser bandora kesayeta xwe, Erdal wiha dibêje: Ez rola PKK‘ê li Rojava înkar nakim, nexasim ku Ocalan 20 salan li Sûriyeyê maye û hîn bandora wî heye. Hinek ciwanên di nav gerîlayan (PKK) de hebûn û vegeriyan Sûriyeyê. Wan xwest ku beşdarî YPG‘ê bibin û bi rastî jî çûn wir û beşdarî damezirandina wan yekîneyan bûn.Tecrubeya ku wan bi PKKê re bi dest xistiye, roleke xwe hebû ku şiyanên şervaniyê yên ciwanên li Sûriyeyê bi pêş de bixin. Ev çîroka PKK bi YPGê re ye. Lê YPG‘ê ne beşek ji PKKê ye.”

Erdal diyar kir ku mijûlahiya wî ya sereke, şerê li dijî Artêşa Tirkiyeyê ye û wiha got: “Şerên giran di navbera me de hene. Ev şer ji bo me bingehîn e. Lewra em nikarin vê qadê bihêlin û bi ya Sûriyê mijûl bibin. Şerê me yê bingehîn, li dijî Artêşa Tirkiyeyê ye.Ev tişt hatiye ragihandin.”

Têkilîdarî êrîşên Tirkiyeyê li dijî Efrînê, Erdal diyar kir ku ji ber mezinbûna artêşa Tirkiyeyê û dorpêça li ser Efrînê, tiştekî asayî bû ku bikeve û wiha dewam kir, “Li gorî me rewş şopand, berxwedana li Efrînê li himberî nûjentirîn çekan û duyem mezintirîn hêza NATO‘yê bû. Rast e ku Artêşa Tirkiyeyê û kom ketin Efrînê lê şerê wir neqediyaye û berxwedaneke bi awayekî din li Efrînê dest pê kiriye.”

Erdal got ku “propogandaya dibêje, YPG û QSD‘ê li rojhilata Firatê talîmatan ji PKK‘ê werdigrin û beşekî PKKê, tawanbarkirina Tirkiyeyê ye da ku behaneyekê peyda bike û têkeve Sûriyeyê. Lê têkiliyên kurdan li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê berdewam in. Ev danûstendin, nêzîkatiyeke hestbar jî di navbera kurdan de diafirîne.”

Her wiha Fermandarê PKK‘ê tekez kir ku ti ajendeyên PKK‘ê li Sûriyeyê tine ne û got, “Eger me bixwesta herêmên kurdan li Sûriyeyê bi rê ve bibin, em ê biçûna wir û li vir nediman.”

Derbarê girigniya Minbicê ji bo QSD‘ê, Erdal wiha got: “Rewşa li Minbicê ji herêmên din nayê cudakirin. Sedem ew e ku hemû hêzên navdewletî li ser erda Sûriyeyê û hemû berjewendî ketine nav hev. Lewra ketina Tirkiyeyê bo Minbicê girêdayî rewşa Sûriyeyê bi giştî ye. Ya li Minbicê giring, rêxistina navbera pêkahetên herêmî ye. Çareserî li Minbicê û deverên din jî ev e.”

Bahoz Erdal her wiha bal kişand li ser vekişandina Hêzên Gerîla ji Şengalê û ev yek anî ziman, “Em çûn Şengal ji bo Parastina Êzidiyan ji DAIŞ‘ê, di wê wextê de hemû hêzêan Şengalê bê parastin hiştin. Piştî ku xeterî li ser herêmê nema me hêza xwe kişand. Nemaze piştî ku gelê herêmê hêza xwe ya parastinê ava kir..Her wiha me nedixwest ku Tirkiyê bi bihaniya şerê PKK‘ê dest li herêmê wer bide.”

Fermandarê PKK‘ê Bahoz Erdal li ser hilbijartinên pêşxwet ên li Tikriyê destnîşan kir ku ew pêşveçûnên li ser asta siyaî li Tirkiyê dişopînin, ji ber ku PKK‘ê aliyeke bi bandor li rewşa siyasî ya li Tirkiyê ye.” Erdal piştgiriya xwe bi biryara HDP‘ê re anîn ziman.

Li ser pirsa gelo wê şerê giran li dijî Tirkiyê were kirin, Bahoz Erdal got, “Helbet, em li dijî artêşa Tirk di şer de, di demên pêş de ev şer wê girtantir be. Em dikarin bêjin em li pêşberî havîneke ger bi Tirkiyê re ne.”