حركة المجتمع الديمقراطي

‘Tirkiye hewl dide dagirkeriya Osmaniyan li Sûriyê nû bike’

616

Farûq El-Maşî destnîşan kir ku çavbirçîbûna Tirkiyeyê di Sûriyê de ew e ku terorîstan vegerîne Minbicê û bajêr careke din dagir bikin û welatiyên wê koçber bikin. Her wiha piştrast kir ku dagirkeriya Tirkiyê di axa Sûriyeyê de ji bo vegerandina serdema Osmaniyan e.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê û Şêxê Eşîra El-Bobena Farûq El-Maşî di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re behsa geşedanên dawî yên bajarê Minbicê û gefxwarinên berdewam ên Tiriyeyê li dijî bajêr kir.

Hevdîtina bi Farûq El-Maşî re wiha ye:

·         Çavbirçîbûn û gefxwarinên Tirkiyeyê li dijî bajarê Minbicê kengî dest pê kirin?

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bajarê Minbicê û gundewarê wê dagir kirin. Çeteyên DAIŞ’ê şûnwar û cihên dîrokî yên bajêr veguhertin navendên kuştin û îşkencekirina welatiyan û bi taybet rewşenbîr û ciwanan. Di encama hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de piraniya welatiyên bajêr neçarî koçberiyê bûn.

Di koçberkirina welatiyan de rola Tirkiyeyê sereke bû û deriyên sînor li eşkere vekirin da ku ciwanên herêmê derbasî Tirkiyeyê bibin û ew jî van ciwanan ji xwe re bikar bîne û di demeke pêş de di hundirê Sûriyeyê de di çalakiyên xwe yên terorîst de bikar bîne. Dewletên navnetewî li hemberî van destdirêjiyan bêdeng man. Me weke welatiyên Minbicê dubare bang li civaka navnetewî û Yekîtiya Ereban kir ku li dijî van destdirêjiyên Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ’ê xwedî helwest bin. Lê mixabin van aliyan bêdengiya xwe berdewam kirin.

Ji destpêka hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ’ê ve, ku piştî gelek bangên welatiyên Minbicê pêk hat, dewleta Tirk bê navber li dijî hêza ku ji ciwanên bajêr hatiye avakirin tevdigere û gelek caran bi riya çapemeniya xwe hewl da tevliheviyan derbixîne. Ji wê demê ve ji civaka navnetewî û rêxistinên mirovahî hate xwestin ku van gefxwarinên Tirkiyeyê li dijî gelê Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rawestîne.

·         Dema ku çeteyên DAIŞ’ê komkujî di derheqê welatiyên Minbicê de pêk dianîn, Tirkiyeyê yan dewleteke din destwerdan nekirin. Gelo piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar rizgar kir û bi sedan şehîd dan, çima niha dewleta Tirk dixwaze destwerdanê bike?

Gelek alî îdîa dikin ku ew dostên gelê Sûriyeyê ne, lê di paş perdeyan de mixabin dijminahiya gelê Sûriyeyê dikin. Dema ku behsa welatiyên Minbicê dikin ew baş nas dikin ku welatiyên Minbicê kî ne. Welatiyên Minbicê bi xwe bajarê xwe rizgar kirin. Mixabin. Destên gelek dewletan jî di vê komployê de hene. Civînên wan ti sûd jê nayên wergirtin. Em dixwazin welatê xwe ji terorê û dagirkeriya Tirkiyeyê xilas bikin.

Hin alî behsa dewleta Tirk dikin ku ew bavê şoreşa Sûriyeyê ye, lê ev ne rast e, aliyên ku Tirkiyeyê weke bavê şoreşa Sûriyeyê dibînin ka bila li dîrokê vegerin, nemaze li dîroka dagirkeriya Osmaniyan. Dagirkeriya Osmaniyan xwedî hegomoniyeke taybet e.

AKP’ê û serkêşê wê Erdogan hewl didin dagirkeriya Osmaniyan li Sûriyeyê vegerînin. Dagirkirina Efrînê nîşana herî ber bi çav e. Dewleta Tirk niha hewl dide demografiya herêmê biguherîne. Kesên ji Humis, Xota û gelek deverên din hatine û li şûna welatiyên resen ên Efrînê yên hatine koçberkirin, hatine bicihkirin, piştrast dike ku hemû destdirêjiyên dewleta Tirk li Efrînê li pêşiya çavên herê kesî tê meşandin. Gelo Erdogan hatiye Efrînê ji welatiyên wê rizgar bike?

Dema ku çeteyan dagirkeriya Minbicê dikirin, Tirkiye li hemberî komkujiyên çeteyan ên li dijî welatiyên sivîl de bêdeng ma. Bi destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê re Tirkiyeyê dest bi gefxwarinên xwe yên li dijî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir. Ji ber vê yekê diyar e çavbirçîbûna Tirkiyeyê ew e ku komên terorîst vegerîne bajarê Minbicê û careke din welatiyên wê koçber bike. Tirkiye dixwaze projeya DAIŞ’ê li herêmê temam bike û ti carî rewşa welatiyan di berçavan re derbas nake. Çawa ku welatiyên Efrînê koçber kirin hewl dide heman senaryoyî li Minbicê jî pêk bîne. Dema min serdana Efrînê kir ez bûm şahidê destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê. Artêşa Tirk li dijî welatiyên Efrînê hemû cûreyên çekan bikar anîn. Ji ber vê yekê em dikarin eşkere bêjin ku Tirkiye hewl didine di bin navên cûda de komên terorîst careke din vejîne.

·         Tirkiye bi hinceta ku hêzên Kurdî di Minbicê de hene, hewl dide êrîşa xwe li dijî bajêr rewa bike. Gelo rastiya van îdîayên Tirkiyeyê çi ye. Gelo leşkerên Kurd an rêveberiyeke Kurdî li Minbicê heye?

Dema ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate avakirin, li rex wê Meclîsa Sivîl a Minbicê jî hate avakirin. Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê banga têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir, Yekîneyên Parastina Gel/Jin û gelek tabûrên di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de banga Meclîsê bersivandin û berê xwe dan eniyên berxwedanê yên bajarê Minbicê û li rex ciwanên Minbicê beşdarî berxwedana rizgarkirinê bûn.

Piştî ku van hêzan bajar rizgar kirin, di serî de YPG’ê û YPJ’ê bi awayekî fermî ji bajarê Minbicê vekişiyan û ewlehiya bajêr bi temamî radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Niha jî şêwermendên girêdayî YPG’ê ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde dikirin, ji Minbicê vekişiyan.

Lê ajîtasyona çapemeniya Tirkiyeyê her tim hewl dide teliheviyan li Minbicê derbixîne. Lê welatiyên Minbicê pilanên Tirkiyeyê baş nas kirine, nemaze dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê li herêma Efrînê li ber çavên hemû welatiyan e.

·         Hûn civîna Tirkî – Emerîkî ya girêdayî çarenûsa Minbicê çawa dinirxînin?

Şêwra di navbera Koalîsyona Navnetewî û Rêveberiya Minbicê de her tim berdewam e. Koalîsyona Navnetewî gelek caran di van demên dawî de serdana bajarê Minbicê kir. Dijminahiya me bi dewleta Tirkiyeyê re tune ye, lê belê em li dijî siyasetên AKP’ê û serkêşê wê Erdogan in, ku her tim gefan li bajarê Minbicê dixwe.

Welatiyên Minbicê geşedanên li herêmê baş nas dikin û baş dizanin ku ya rast çi ye. Ji ber vê yekê em bang li dewletên navnetewî dikin ku rewşa Minbicê di ber çavan re derbas bikin û li hemberî komployên dewleta Tirk derbikevin. Her çiqas hevpeyman pêk werin jî Tirkiye dê welatiyên Minbicê armanc bigire.

·         Banga we ji welatiyên Minbicê re çi ye?

Civaka Minbicê ji mozayîkeke pêkhateyan pêk tê. Ka tişta ku çeteyên DAIŞ’ê hilweşandiye em ji nû ve ava bikin. Hêviya me bi ciwanên Sûriyeyê û bi taybet bi ciwanên Minbicê mezin e. Bajarê Minbicê beşekî ji Sûriya hevgirtî ye. Em hewl didin lehiya xwîna welatiyên Sûriyeyê rawestînin. Em bang li hemû welatparêzan dikin ku beşdarî xebatên rawestandina lehiya xwînê li Sûriyeyê bibin.