حركة المجتمع الديمقراطي

Eniya Demokratîk bi Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir

585

Di hevdîtina Eniya Demokratîk a Suriyê ya Opozisyonê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re hat gotin ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nimûne ye û pêdiviya Sûrî bi danûstandineke Sûrî-Sûrî heye.

Hevdîtinên şandeya Eniya Demokratîk a Sûriyê ya Oposizyonê li Bakurê Sûriyê bi partî û aliyên siyasî re didomin. Di heman çarçevê de Eniya Demokratîk a Sûriyê ya Opozisyonê Hevserok û endamên Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê re hevdîtin kir. Hevdîtin li Navenda Meclîsa Zagonsaz li navçeya Amûdê pêkhat.

Sekreterê Giştî yê Eniya Demokratîk a Sûriyê Mehmûd Meriî, Berdevka Eniyê Meys Kirêdî, endamên Eniyê û Serokê Partiya Sûrî ya Siberojê Fewzî Teqîdîn, endamê Eniyê Ebdulezîz Dawûd û Serokê Partiya Aştiyê ya Niştîmanî û endamê Eniyê Hanî El-Xurî weke şande serdana Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê kirin.

Şande ji alyê Hevserokên Meclîsa Zagonsaz a kantona Cizîrê Hekem Xelo û Nezîre Gewriye, Cîgerê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam, endamê Meclîsa Zagonsaz Abdulkerîm Siko û Berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve yê Meclîsa Zagonsaz Kamûran Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de aloziya Sûriyê hat nirxandin û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hat gotin ku divê gelê Sûrî li paytexta Sûriyê Şamê li hevdû rûnin û nîqaş bikin. Her wiha şandeyê diyar kir ku divê hemû hêzên derve ji xaka Sûriyê derbikevin û ew dibin sedema ku aloziya Sûriyê kûrtir bibe.

Şandeyê di hevdîtine de destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ne mîna projeyên Oposizyona derve ye û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nimûne ye.

Nûnerên Meclîsa Zagonsaz û Rêveber ên kantona Cizîrê di hevdîtine de axivîn û gotin:˝ Dewletên derve gel ji bo berjewendiyên xwe didin bikaranîn˝. Her wiha di nava gotinên xwe de anîn ziman ku dezgehên raghandine yên bi navê Oposizyona Sûriyê tevdigerin û Tirkiyê destekê dide wan li dijî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava propegande kirin û gotin ev proje Sûriyê parçe dike û ev yek bû sedema ku hêzên siyasî yên Sûriyê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk lêkolîn nekin.

Di dawiya hevdîtine de şandeya Eniya Demokratîk û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gihîştin encama ku pêdivî bi lidarxistina Kongreyekî Niştîmanî Sûrî heye.

Têkildarî hevdîtina Eniya Demokratîk a Sûriyê û Rêveberiya Xweser Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ê kantona Cizîrê Hekem Xelo destnîşan kir ku di hevdîtine de hatiye gotin ku ji bo aloziya Sûriyê çareser bibe pêdivî bi danûstnadineke niştîmanî a Sûrî-Sûrî heye û got:˝ Di çarçevê pêşveçûnên li herêmê diqewimin pêdivî heye ku danûstandineke niştîmanî Sûrî bi hemû alî û hêzên Sûriyê heye. Me tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi Eniya Demokratîk a Sûriyê re nîqaş kir˝.