حركة المجتمع الديمقراطي

‘Pêşengtî û qehremantiya jinê çand afirand û bi pêş xist’

582

Şervanên YPJ’ê yên di berxwedana serdemê de diyar kirin ku “Jina kurd bi têkoşîn û berxwedaniya xwe tê naskirin. Ev berxwedan jî xwe dispêre fikr û ramanên Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan.”

Berxwedana Efrînê di dîroka cîhanê de hat nivîsandin. Di derbarê vê berxwedanê de du Endamên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Arşem Korman û Bêrîtan Kobanê di Berxwedana Serdemê de qala qehremantiya jinê kirin. Endamên YPJ’ê diyar kirin ku, “Em wek şervanên YPJ’ê heta ku dilopek xwîn di canê me de heye, em ê li ser fikra Rêber Apo bimeşin û felsefeya Rêber Apo bidin jiyîn.”

Arşem Korman axivî û wiha got: “Li ser gelê Kurd her tim zext û êrîş hatiye kirin û ji ber ku armanca hemû dewletên Navneteweyî binpêkirina îradeya gelê Kurd e û pêkanîna qirkirinê ye. Lê tevî hemû êrîşên li ser gelê Kurd hatiye kirin û dagirker negihiştine tu encaman. Ji ber ku gelê Kurd her bi têkoşîn û berxwedana xwe tê naskirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Arşem diyar kir ku armanca sereke ya Dewleta Tirk a dagirker ev e ku li ser tevgera gelê Kurd û bi taybetî jî li ser jinê pergala xwe ferz bike û mînakên vê yekê jî êrîşên li ser Efrînê ye. Arşem got ku, “Berxwedana şervanên YPJ’ê di hemû qadên jiyanê de bû moralek. Ji ber ku şervanên YPJ’ê bi têkoşîna xwe tê naskirin. Wekî mînak şehîd Avesta Xabûr û Barîn Kobanê û bi sedan cangoriyên azadiyê ji bo parastina ax û rûmeta xwe canê xwe feda kirin. Ji ber vê jî her dem di nava dilê dewleta Tirk a dagirker de tirsa ji şervanên YPJ’ê heye.”

Şervana YPJ’ê Arşem diyar kir ku felsefeya Rêber Apo rê li ber vî tiştî vekir ku bêyî ku tirs dilê jinan de hebe dest bi şerê li dijî dagirkeran kiriye. Arşem got ku, “Dewleta Tirk a dagirker dixwest êrîşî jinê bike û îradeya wê bişkîne. Lê têkoşîn û berxwedana jinê ev planên dewleta Tirk pûç kir. Heta dilopa dawîn a xwîna xwe, em ê fedayiyên Rêber Apo bin. Ji ber ku tiştên Rêber Apo ji bo jinê kiriye, jin çiqasî kedê bidin jî ew ê têr neke.”

Ji aliyê din ve jî Endama YPJ’ê Bêrîtan Kobanê axivî û got: “Şervanên YPJ’ê di berxwedana serdemê de rolekî girîng lîstin. Bi moral û pêşengtiya xwe hiştin ku berxwedan dewam bibe. Tevî şerê dijwar ku li ser Efrînê hatiye, şervanên YPJ’ê bi moralekî mezin li ber xwe didan û li dijî dijmin şer dikirin. Bi derketina fikr û ramanên Rêber Apo jinê xwe û dîroka xwe nas kir. Bi saya ramanên Rêber Apo jin li hemû çeperên Efrînê şer kir, axa xwe parast. Ji bo ku nekeve destên dijmin, bi dehan şervanên YPJ’ê yên mîna Şehîd Avesta û Barîn çalakiyên fedayî kirin.”