حركة المجتمع الديمقراطي

Li hemberî nijatperestiyê nîşanên Olî diafirîne

707

Malabata Nehîr Henna ji komkujiya Seyfo re  koçberî Qamişlo dibin û Nehîr Henna bajarê Qamişlo li hemberî yekpêrestî û nijatperestiyê dewleta Tirk di dikana xwe de nîşanêyên olan bi destên xwe çê dike û difiroşê. Karê wî yê sereke çêkirina nîşaneyên ola xiristaniyan û dema welatiyên olên din jê dixwazin nîşaneyan ji wan re jî çêdike.

Di dema Osmanliyan de gelek komkujî li ser gelê Suryan û Ermena pêk hat. Îro jî wekî dewleta Tirk şopa pêşiyên xwe yên Osmanî didomîn in. Dewleta Tirk a dagike li ser gelan yekperêstî, olperestî û nejatpêrestiyê feriz dike. Di sala 1915 an da gelek Ermên û Suryan bi komkujiya Seyfo re koçberî Rojavaye Kurdistanê bûn. Yek ji wan koçbera malbata suryan a Henna ye. Malbata Henna di sala 1915’an de bi komkujiya Seyfo re berê xwe dan bajarê Qamişlo û li vir niştecih bû.  Jiyana wan ku bi destên dagirkaran hate hilweşandin li Rojavaye Kurdistanê bi destdayîna hev pêk hat. Di nav ava kirinê de gelek zehmetî jî jiyan kirine. Her wiha bi ava kirina jiyanê xwestêken dagirkeran vala derxistin. Komkujiya Seyfo dapîr û bapîr ji zarokên xwe re parve dikin da ku dîroka wan winda nebe.

 Ji Mêrdînê berê xwe dan Qamişlo

Malbata Nehîr Henna ji komkujiya Seyfo ji Bakurê Kurdistanê bajarê Mêrdînê navçeya Mîdyadê koçberî Rojava bûn û li bajarê Qamişlo bi cih bûn.  Nehîr Henna di sale 1980  li Qamişlo ji dayîk dibe. Ji bo pêdîvîyên jiyanî yên malbatê di 20 saliya xwe de berê xwe dide Halebê. Li vir çêkirina nîşaneyên oldan dibe û piştî ferbûna kar bere xwe dide bajarê Qamişlo. Beriya 10 salan li Sûka  Qamişlo dikana kare xwe vedike û nîşanêyên hemû olan li vir bi destên xwe çê dike û difroşê.

Li hemberî olperestî, yekpêrestî û nejatperestiyê Nehîr Henna nîşanêyên hemû olan dest digre û tablo, tisbeh, hingûlîsk, gerdenîk û her wekî din çêdike.  Li ser tabloyan ola Xrîstiyanî ku temsîl dike wenêyê Hz Meryem, ola îslamiyêt nivîsa xwûda, sembolên ola Yehûdî û baweriya êzîdiyan wenêyên Zerdeşt û hwd çê dike. Nehîr wenêyan olan li ser makînê wenêyan bi cih dike û dema ku ji makînê derdikeve derdora tabloyê jî dixemilêne.

‘Nikarin pirengiyê bikujin’

Nehîr Henna li ser karê xwe diyar dike ku pêwîstiya hemû gelan bi wî karî heye da ku yekpêrestî were kuştin û ev tişt anî ziman: “Gel di milê olî de çi dixwazê ez çê dikim. Di kare xwe de Kêfxweş im. Kurd ereb sûryan hemû pêkhate tên li gel min tişte ku dixwazin ez ji wan re amade dikim. Ev kar ne demkî ye. Kesên ku ji wî karî hêz neke nikarê berdewam jî bike. Li gel min 10 kes kar kirin lê mixabin hêzkirina wan ji kar re tunebû û dev jî kar berdan. Li dijî yekpêrestiyê û nejêtperestiyê dewleta Tirk a dagirker nîşanên pir olî û baweriyan ezê xûrtir hewl bidim ku çê bikim. Pir rengiya me nikarin bikin yek reng.”

ji bo şoreşa Rojava Nehîr wiha dibejê: “Rojava warê hemû mirova ne. Li dijî yekpêrestiyê gel berxwe dide. Mirov dikare bi azad li vir ol û baweriyên xwe biparêze.”