حركة المجتمع الديمقراطي

Meys Kirêdî: Dagirkirina Efrînê karîseta mirovî ye

626

Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyê û Sekretêra Kongreya Sochi Meys Kirêdî dagirkirina Efrînê bi “Karîseteke mirovî” pênase kir û di mijara rizgarkirina Sûriyê ji karîstan de banga xebatên hevbeş li hêzên niştimanî yê Sûriyê kir.

Heyetek ji Eniya Demokratîk a Sûriya ev du roj in hevdîtinên xwe bi partî û hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê re didomîne.

Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyeyê Meys Kirêdî ku di nava heyetê de bû armanca hevdîtinên xwe bi aliyên Bakurê Sûriyeyê re ji ajansa me re (ANHA) anî ziman.

Mey di destpêka axaftina xwe de armanca serdana wan a ji bo Bakurê Sûriyeyê destnîşan kir û got, “Hatina me ya ji bo Bakurê Sûriyê armancên xwe çêkirina peywendiyan di navbera Eniya Demokratîk a Sûriyê û hêzên siyasî yên Sûriyê de ye, her wiha ji bo naskirina kar û xebatên ku li herêmê têne meşandin e.”

Meys Kirêdî destnîşan kir ku ew bi diyalogên Sûrî –Sûrî, yên ji destwerdanên derve re dûr bi bawer in û got, “Em bi hêvî ne ku hemû hêzên Sûrî, li ser masyekê diyalogan çêbikin da ku bighêjin encamekê.”

Dagirkirina Efrînê karîsteke mirovî ye

Meys Kirêdî di berdewama axaftina xwe de, dagirkirina dewleta Tirk li Efrînê bi “Karîseteke mirovî” bi navê kir û wiha domand, “Em destwerdana Tirkiyê ya di Efrînê de bi karîseteke mirovî bi nav dikin. Ev helwesta ji hêla me ve, di heman demê de helwesta hemû hêzên niştimanî yê Sûriyê ne. Dagirkirina Efrînê jî yek ji armancên hatina me ya Bakurê Sûriyê ye.”

Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriya bal kişand ku hemû guhertinên ku li Sûriyê rû didin, encamên lihevkirinên welatên herêmî û navdewletî ye û ev tişt anî ziman, “Divî biryar ji hundirê Sûriyê were dayîn, ev yek ancex wê bi riya xurkirina  xebatan ji aliyê hêzên niştimanî ve yên di hundirê Sûriyê pêk were.”

Meys Kirêdî derbarê tecrûbeya Rêveberiya Xweeseriya Demokratîk a  li Rojava û Bakurê Sûriyeyê got, “Di aliyê demokratîkbûyîn û pêkanîna wê de, ev terubeyeke pêşketî ye û zihniyeteke ku sîstema wekheviya di navbera jin û zilam de destnîşan dike.”

Ji bo rizgarkirina Sûriyê hevgirtin gereke

Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyê û Sekretêra Kongreya Sochi Meys Kirêdî anî ziman ku ji bo rizgarkirina tiştên mayî, pêwîstî bi xebatên hevpar ji aliyê hêzên niştimanî yê Sûrî ve heye.