حركة المجتمع الديمقراطي

Ji bîranînên dîrokê.. Minbic û hemleya têkşikandina komployan

783

Bajarê minbicê yek ji mezintirîn bajarên gundewarê Helebê ye û nêzî 90 km rojhilatê bajarê Helebê dikeve. Minbic di qonaxên dîrokî yên cûda re derbas bûye û li vir Asûriyan, Samiyan, Romaniyan û gelek şaristaniyên din serweriya xwe ferz kirine. Ji ber vê taybetmendiyê Minbic şahidê gelek şer û pevçûnan bû, lê hatina Îslamiyan aştiyane bû û derbasbûna wan a herêmê bi hevpeymanekê bi qebîleyên xiristiyan ên di wê demê de li herêmê jiyan dikirin, pêk hat.

Di serdema Harûn Reşîd de herêma Minbicê gelekî geş bû û veguherî paytexta Cund El-Ewasêm (ango herêma Îslamiyan a nêzî sînorê impratoriya Bîzansiyan) piştre di serdema Ebû Fîras El-Hemedanî de Romaniyan serweriya xwe li vir ferz kir û piştre di serdema Selaheddîn El-Eyûbî hate vegerandin û pêşketina wê heta hatina Mongol berdewam kir ku careke din hate hilweşandin. Piştre serdema Osmaniyan hat û li vir di navbera Çerkezan û Osmaniyan de şerê Murc Dabiq rû da û piştre Çerkezan ji nû ve bajar sererast kirin.

Bajarê Minbicê ji serdemên kevin ve li dijî desthilatdariyê têkoşiya û di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji aliyê Artêşa Azad ve ji desthilatdariya rêjîma Baasê hate rizgarkirin. Di 21’ê Çileya 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bajar ji Artêşa Azad radest birin. Çeteyên DAIŞ’ê piştî wê şêwazên herî qirêj ên îşkenceyê li dijî welatiyan dane meşandin û li vir serdemeke tarî hate jiyîn.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê dagirkeriya bajarê Minbicê kirin û ber bi bajarên din ên Sûriye û Îraqê ve berfireh bû, bajarê Minbicê veguherî damara jiyanê ya çeteyan ji Tirkiyeyê ber bi herêmên ku çeteyan dagirkirine ve. Ji ber cihê stratejîk ê bajêr bi riya wê alîkariya lojestîk ji çeteyan re dihat peydakirin û bû deriyê hatina çeteyan ji seranserî cîhanê bi riya Tirkiyeyê ber bi Sûriye û Îraqê ve.

Tirkiyeyê jî bi riya Minbicê çeteyên DAIŞ’ê bikar dianîn û êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li dijî Kobanê dane meşandin. Vê yekê hişt ku çeteyên DAIŞ’ê hebûna xwe di Minbicê de xurt bikin, nemaze ji ber ku xwedî cihekî stratejîk e û paytexta DAIŞ’ê ya Leşkerî ye piştî ku bajarê Reqayê weke paytexta siyasî hate hilbijartin.

Welatiyên Minbicê bêtirî du salan di bin cûreyên herî qirêj ên terora DAIŞ’ê de jiyan kirin. Çeteyan li dijî jin, zarokan kuştin, serjêkirin, îşkence, destdirêjî û talankirinê dane meşandin. Evan kiryarên çeteyên DAIŞ’ê li pêşiya çavên cîhanê pêk dihatin û di dawiyê de welatiyan bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kirin ku wan ji vê zordariyê rizgar bikin.

Li ser banga welatiyên Minbicê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hizêrana 2016’an de hemleya rizgarkirina bajêr di bin navê hemleya Feysel Ebû Leyla de da destpêkirin û di vê hemleyê de pişta DAIŞ’ê hate şikandin û riya alîkariya Tirkiyeyê bi Reqayê re hate birrîn. Her wiha hatina çeteyên biyanî jî ber bi Sûriyeyê ve hate rawestandin û bi vê yekê Tirkiyeyê hevkarê xwe DAIŞ winda kir.

Hemleya rizgarkirina Minbicê ne tenê derbeyek li dijî hikûmeta Tirkiyeyê bûn lê belê ji bo giştî herêmê gelekî girîng bûn. Tirkiye di siyaseta xwe ya alîkariya bi terora cîhanê re têk çû û çalakiya Tirkiyeyê ya dagirkirina axa Sûriyeyê weke bertekekê pêk hat û bi dagirkirina wê ya li Cerablûsê hewl dide çavbirçîbûna xwe pêk bîne û hewl bide temenê çeteyên DAIŞ’ê dirêjtir bike.

Dagirkeriya Tirkiyeyê hewl da eniyên cûda yên şer ve bike û êrîşî bajarê Minbicê bike da ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD’ê ji armancên wê yên şerê li dijî terorê dûr bixîne. Rola Tirkiyeyê bi destwerdana xwe ya di Sûriyeyê de mezin bû û rê li pêşiya hêzên rêjîma Baasê vekir ku careke din ber bi çemê Firatê ve serweriya xwe fireh bike. Tevî ku ev du sal in bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, lê dîsa jî Tirkiye bi riya serokê xwe yê faşist Erdogan gefan li bajarê Minbicê dixwe.

Lê berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hişt ku hemû êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê têk biçin û hewldanên wê vala bêne derxistin. Tevî gefxwarinên dubare yên Tirkiyeyê ji bo dagirkirina Minbicê, bajarê Minbicê nimûneya aramî û jiyana hevbeş jiyan dike û rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye.