Tîma Lêgerînê ya Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, di çarçoveya xebatên xwe de, 41 pirtûk ku di kavilan de hatibûn bin axkirin, dîtin û radestî Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê kirin.

Pirtûkên hatin dîtin bi zimanên Kurdî û Erebî bû, piraniya wan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn.

Ji pirtûkên hatin dîtin; Rêberetî û Gel, Jin û Malbat, Rojhilat piştî hilweşandina pergala mîtînger, Mijara Kesayetî li Kurdistanê, Destana Filkolra Kurdî, Berxwedan Jiyan e,  Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Doza Civaka Niştimanî ya Kurdistanî û hwd.

Dixuyaye ku pirtûkê ayidî malbateke Kurd, ji tirsa rêjîma Baas veşartibû.

Desthilatdariya rêjîma Baas, kesên her tiştên girêdayî kurdiyatiyê qedexekiribûn û gelek welatiyên Kurd ku li gel wan pirtûk ditîin dihatin girtin û êşkencekirin, gelek ji wan heta niha di girtîngehan de.

Endamê Komîteya Akademiya Civaka Demokratîk a Kobanê, Mesûd Bozê diyar kir ku ji pirtûkên hatin dîtin, hindek di dema niha de nayê peydakirin û destînşan kir ku ew ê li gel xwe biparêzin û wan cape bikin.