Di dîroka mirovahiyê de, jin pêşengtiya civakê dikir, civak bi destê jin dihat meşandin û pêşxistin. Lê bi pêşketina perlagên desthilatdar re zayenperestî ji derket pêş. Hişmendiya baviksalarî jin kola hesab kir û rola wê winda kir, her wiha mafê wî hate xwarin.

Bi pêvajoya şoreşa Rojava re ku li Bakurês Sûriyeyê jî belav bû, pêvajoyeke nû bi serkêşiya jin dest pê kir. Li Rojava û Bakurê Sûriyê jinan ji li hemberî pergalên desthilatdarî û zayendperestî serî rakir, piştî xebateke bê navber dikarî mafê xwe vegerîne û di her qadên jiyanê de pêşengtiyê bike.

Jinên herêma Cezrat a rojhilatê bajarê Dêrazorê, çend salan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de jiyan kirin û ji her mafên xwe yên basît bê par mabû. Di heman demê de jin bi navê Islamê de dihatin cezakirin û çarçefa reş li ser wan hatibû ferizkirin.

Piştî herêm ji aliyê şervanên QSD‘ê ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin, ji hêla jin ve, gelek gav hatin avakirin û sîstema xweser hate rûnişkandin, gelek saziyên xweser ên jinan hatin vekirin.

Ji wan, Mala Jin a Herêma Cezrat di 15‘ê Çileya 2018‘an de hate vekirin. Mala jin di aliyê perwerdekirin û rêxistinkirina jinan, her wiha çareserkirina pirsgirêkên wan de xebatên mezin da meşand û wekî meqseda jinên herêmê tê dîtin.

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê, ji 5 jinan pêk tê, ji destpêka hatiye avakirin ve 350 pirsgirêkên jinan pêşwazî kir, ji wan 250 bi razîbûna aliyên pirsgirêkê çareser kirin, 50 radestî Dadgeha Civakî hate kirin û 50 jî hîna lêkolîn derbarê wan de têne kirin.

Piraniya dozan mijara wan girêdayî:” mîras, berdan, nakokiyên malbatê û xwedîkirina zarokan” bû.

Endama Komîteya Lihevanînê Sebah El-Salih anî ziman ku deriyê navendê li pêşiya hemû jinan vekiriye û wiha dom kir, “Em bi hemû hêza xwe dixebitin da ku pirsgirêkên jinan çareser bikin. Rexmî nûbûna komîteyê jî me gavên baş avêtin. Em nêrînên hemû aliyên têkildarî pirsgirêkan,digirin. Kesên ji vir derdikevin me re razî ne.”