ZANA SEYDÎ-CUMA MIHEMED/ KOBANÊ

Hin derdoran îda belav kirin ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kobanê beşek ji daristana bajarê Kobanê firotine aliyek taybet, wî aliyî jî dar rakiriin û li şûna wê avahiyan çêdikin.

Ev yek piştî ku kompanyek xaniyan li ber daristana Kobanê hate çêkirin. Ev piştî ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk erdê wê da xwediyê erdê ku Goristana Şehîdên Komkujiya Kobanê ya 25’ê Hizêranê lê hatiye çêkirin, pêk hat.

Hin kesan li ser malpera civakî ya Facbookê bal kişand ser mijarê û li saziyên têkildar venegeriyan û îda belav kirin ku Rêveberiya Xweser daristan firotiye.

Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê Enwer Muslim û Bêrîvan Hesen derbarê îdayên hatin kirin û ev di roj in têne belavkirin ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Enwer Muslim dibêje ku Rêveberiya Xweser piştî rizgarkirina bajêr ji destên çeteyên DAIŞ’ê gelek projeyên wê hebûn û di nava wê de vekirina parka 19’ê Tîrmehê ku têde 400 dar hatine çandin. Her wiha  hezar 500 darên din jî li kolana 48 hatine çandin û 3 hezar dar li Meştenûrê bi hevkariya Yekîtî Niştimnaî Kurdistan hatine çandin. Li taxa Kaniya Kurdan jî 300 dar weke sembola şehîdên komkujiya Pirsûsê hatine çandin.

Muslim got ku devera ku niha di rojevê de ye di nava pilansaziya birêxistina bajarê Kobanê de ye. Li vir dibistan û pêşdibistaneke zarokan heye û li rex wan hejmareke kêm ji daran hene.

Muslim wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hejmareke kêm ji daran di nava pilana avakirina avahiyê de bûn, ev erd li şûna erdê ku têde mezara şehîdên komkujiya Kobanê hatiye avakirin hatiye dayîn, ji ber ku xwediyê wî erdî nexwest erdekî li şûna wê li ser riya Cerablûs li nêzî erdê xwe yê kevin werbigire, li ser vê bingehê rêveberî civiya û ev erd pêşkêşî wî kir.”

Girêdayî nerazîbûna komeke welatiyan li ser vê biryara şaredariyê, Enwer Muslim got ku Rêveberiyê komîteyek ava kir da ku mijarê lêkolîn bike û proje bi awayekî hate rawestandin, heta Rêveberiya Xweser di derbarê mijarê de daxuyaniyekê dide û têde encaman eşkere bike.

Muslim da zanîn ku Rêveberiya Xweser li dijî hilkirina daran e, nemaze bi hezaran dar belav kirin û hêjî gelek projeyên wê yên çandina daran hene.

Di pilansaziya avakirina avahiyê de 3 yan 4 dar hatine hilkirin û di encamê de mijar gelekî hate mezinkirin.

Bêrîvan Hesen dibêje ku her bosteke axa Kobanê xwedî nirxeke mezin li ba Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û Rêveberî ne li dijî parastina hawîrdorê ye û evan dêzanfermasyonên hatine belavkirin dûrî rastiyê ne.

Bêrîvan bang li welatiyên Kobanê kir ku bi baldarî mijarê bigirin dest, nemaze gelek alî hewl didin Rêveberiya Kobanê reş nîşan bidin.