Partiyên TEV-DEM`ê bi daxuyaniyekê êrîş û kiriyarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê şermezar kir.

Partiyan di daxuyaniya xwe de got ku Efrîn wê li gelê xwe vegere. Efrîn a Kurda ya û di demeke nêz de bi saya berxwedanî û tekoşîna gelê Bakurê Sûriyê wê li Kurdan vegere.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Roj bi roj êrîş, dizî û kiriyarên hovane ên komên Îsalamî ku bi fermana Tirkiyê tev digerin li Efrînê zêde dibe. Ji destpêka komên çete yên ku qaşo bi navê azadî û wekheviyê şer dikin derbasî Efrînê bûn gendelî zêde bû û Efrîn bûye mîna herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de.

Ev tişt ji gurûpên çete ne dûre, li ser xet û pîvanên çeteyên DAIŞ`ê dimeşin. Piştî ku şervanên YPJ, YPG`ê û QSD`ê hemû hêviyên Erdoganê faşîst ê ku dixwaze di riya çeteyan re hêviyên hemû pêkhateyên Bakurê  Sûriyê têk bibe, bin xistin niha jî dêktatorê Osmanî rêxistin û şirîkan ji xwe re dibîne û pereyên xwe bikar tîne. Ew bû yê ku rê li ber pêkhateyên Bakurê Sûriyê diger da ku armancên xwe yên azadî, ewlehî û jiyana hevbeş pêk neynin.

Ev raporên rojane derbarî girtin, îşkence, revandin, dizî, guhertina demografiya herêmê ku şêniyên Efrînê neçar dikin ku ji malên xwe derkevin û li şûna wan malbatên çeteyan ên ji gundewarên Şamê bi cih dikin, zimanê Tirkî di dibistanan de ferz dike, ji ber ku navên kesên herêmê Kurdî ne wan asteng dike, şêniyên ku dixwazin li malên xwe vegerin wan neçar dikin ku pereyan bidin, navên dukanan diguherin, derketina derve li hindek bajarok û gundan qedexe dike. Dest datîne ser berhemên çandiniya welatiyan. Hemû cûreyên tirsê li hember şêniyan bikar tîne, dixwaze ku çand û nasnameya Efrînê biguhêre her wiha gelek kiriyarên hovane bikar tîne. Ev hemû tekez dikin ku ev gurûpên çete tu mirovatî dûrin û li gorî fermanên dewleta Tirk a dagirker tev digerin.

Ev binpêkirinên hatine kirin careke din isbat kirine ku tu têkiliya van komên çekdar bi şoreşê ve nîne, tu têkiliya wan bi Sûriyê û gelê Sûriyê ve nîne. Di heman demê de tu têkiliya wan bi azadiyê ve nîne. Ew idîya dikin ku ew azadîxwaz in. Wan bi kiryarên xwe isbat kirine ku ew dijimên hemû tiştên hatine gotin in. Ew alavên di destê hin aliyan de ne, bi pereyan dikevin tevgerê. Ew ji nirx û nerînên şoreş, azadî û rumetê dûr in. Ew çanda kîn, nefret û berberiyê belav dikin.

Bê guman ev binpêkirinên wan dewam dikin, heger ne ji bê dengiya navdewletî ba wê dewam ne kiriba. Ev bê dengiya wan em dikarin wekî şerma li ser eniya mirovahiyê pênase bikin. Bi taybet li Efrîna ku bûbû wargeha mirovahiyê. Bi hezaran welatiyên koçber ên ji gelek deverên Sûriyê bi cih kirin. Di hemû aliyên jiyanê de alîkariya wan kir.

Em di partiyên TEV-DEM’ê de di dema ku em binpêkirin û sûcên komên çekdar ên bi navê Islamê tevdigerin û Artêşa Azad ên êrîşî şêniyên Efrînê kirin şermezar dikin. Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku destwerdanê bidin da ku sûcên wan ên li dijî mirovahiyê bidin rawestandin.

Em di heman demê de soz didin ku dê Efrîn niha yan demek din be wê ji şêniyên xwe re vegere. Bi saya berxwedana bi rûmet ya şêniyên Bakurê Sûriyê, israra wan a pêkanîna azadî, rumet û jiyana hevbeş bi hev re piştgiriya hêzên YPG û QSD’ê bikin.