Şandeya parlamentoya Alman ku duh hat Rojava, di çarçoveyê serdana xwe ji Rojava, îro, piştî nîvro, serdana Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ya li navçeya Amûdê kir.

Şande ji Rayedarên Partiya Çep a Almaniya Jan Akîn û Robert Jaror, Parlamentera ji heman partiyê Zakîn Nastêj, akademisyen Merza Piter Otet, doctor Robert Kirîk ji televîzyona WDR, Sînamger Mîkaîl Ankîr, rojnameger Ofî Alborin û Afrîm Kaya pêk dihat. Şande ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîre Gewriyê, Cîzigrê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ebdulkerîm Siko ve hat pêşwazîkirin.

Derbarê mijarê ku herdu aliyan di serdanê de gotûbêj kirin, Ebdulkerîm Siko ji ajansa me re diyar kir mijarên girêdayî peşdeçûnên dawî li herêmê, şerê ku li herêmê rû dide, mijara dagirkeriya dewleta Tirk a ji bo Efrînê hatin gotûbêj kirin. Siko her wiha anî ziman ku aliyê wan sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ji şandeyê re da naskirin, şande jî gotin ku ew projeya demokratîk di ecibînin.

Siko her wiha destnîşan kir ku piraniya gelê Alman piştgiriyê didin YPG û YPJ‘ê.

Ebdulkerîm Siko, bal kişand ku endamên şandeyê tekez kirin ku “Ew ê nûnertiya şoreşa Rojava li Almanya bikin, bi riya parlamantoya Alman em jî zextê bikin da ku dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê û herêmên din ên Sûriyê yên dagirkirine vekişin.”