Çalakiyên Roja Cîhanî ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê didomin. Endamên Meclîsa Jin a Reqayê bi daxuyaniyekê zêdegavî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Efrînê şermezar kirin, her wiha nerazîbûnên xwe nînşanî bêdengiya raya giştî ya li hemberî destdirêjiya li ser jinên Sûriyê ku ji aliyê dagirkeran ve têne kirin anîn ziman.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclîsa Sivîl a Reqayê ya li herêma Xinêzat ji aliyê Rêvebera Mala Jin a gundê Kalta Horiya Egîb ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên derheqê gelê me yê Efrînê şermezar dikin. Her kes sedama aloziya Sûriyê dizane, sedema yekemîn siyasetên Erdogan e ku dixwaze serdema Osmaniya li ser xaka me ya pîroz zindî bike.

Aloziya Sûriyê êdî ne mejî û ne jî wijdan tehemûl dike. Bêdengî bi xwe suce. Sûriyê bi temamî rûxiya ye. Jinên li Sûriyê, bi taybet ên li Efrînê li pêşberî cîhanê rastî destdirêjî û tecawizkirin ji aliyê çeteyên dagirkeran ên navê “Mertala Firat” li xwe dikin ve tên. Koma behsa mijiarê tenê wekî amûr ji bo parastina Erdogan û pêkanîna armancên wî hatiye avakirin. Mixabin Cîhan li hemberî van binpêkirinan dengê xwe dernaxe.

Ew kesên di nava “Merala Firat” de cih digirin li kuderê bûn, dema DAIŞ heqaret li jinan dikir û li kolanan lêdan kirin. Ma feriq û cudahiya wan ji DAIŞ‘ê çi ye?, vaya îro li Efrînê mafên jinan binpê dikin. Ji wan fahiştir li ser rûyê eredê û di dîroka mirovahiyê de nîne. Heta kengî bêdengî? Jinên Efrînê li hemberî zêdegavî û binpêkirinan bang ‘Kanî mirovî‘dikin .”