Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê û Yekîtiya Êzidiyan a Kantona Efrînê bi daxuyaniyeke hevpar hilweşandina Mala Êzidiyan a Gundê Efşê ya navçeya Nisêbînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Kiryarên hovane yên dewleta Tirk ne li dijî tenê pêkhateyekî ye. hemû pêkhate, kevir, dar û mirov ji hovîtiya  dewleta Tirk nefilitine, taybet pêkhateyê Êzidî. Li hemeberî gelê Êzidî 60 ferman hatin kirin. Sultanên Osmaniyan xwestin bi van fermanan koka ola dîrokî ya Êzidî ji holê rakin.

Kiryarên AKP/MHP’ê ku di van rojan de têne kirin delîlek diyar e ku hişmendiya wan xwe disperse hişmendiya desthilatdarî û înkarkirinê.

Li Şengalê êrîşî avahiya Radyoya Çira Şengal kirin, hîna jî gefên êrîşan dixwin. Li Efrînê jî ne deverên dîrokî, ne pîrozgehî, ne jî nirxên niştimanî wekî peyketê Kawayê Hesinkar, goristan ji kiryarên dewleta dagirker ne filitîn. Çeteyên dewleta Tirk avahiya Yekîtiya  Êzidiyan a Efrînê û peykerê Laleşa Nûranî teqandin.

Di demên dawî de, li Bakurê Kurdistanê li gundê Efşê ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Mala Êzidiyan hilweşand. Hemû pîvanên mirovî, navdewletî binpê kirin.

Wekî Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê û Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê hilweşandina Mala Êzidiyan a Gundê Efşê ya navçeya Nisêbînê ku ji aliyê AKP, MHP’ê ve pêk hatî, şermezar dikin. Nexasim ku di meha Remezanê de pêk hatî. Kiryarên bi vî rengî dûrî nirxên mirovahiyê ye û di ti baweriyan de nayê pejirandin. Armanca xwe gelê Êzidî bide koçberkirin û ji wan ji milkên wan dûr bixin.

Nêzîkatiyên bi vî rengî ji aliyê dewleta Tirk ve xeteriyeke mezin li ser Êzidiyan ên li herêmên di bin dagirkeriya hêzên Tirk de çêdike. Artêşa dagirker li Başîqa, derdora Dihok, Zaxo ku Êzidî lê hene, belav bûne, ev yek hebûna me wekî Êzidî  dixe xeteriyê.

Li ser vê yekê em bang li aliyên têkildarî û NY dikin ku sînorekî ji hovîtiya hikûmeta faşîma û terorîstên wê re deynin.