Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger Xiyas Neîsa di hevpeyvîneke xwe de li gel ajansa me diyar kir ku projeya Federaliya Demokratîk armancên wê ne parçebûna xaka Sûriyeyê ye û got ku tevahî planên Tirkiyê yên li ser herêmê di çarçoveyê têkbirina vê projeyê ye.

Hevpeyvîn wiha ye:

*Bi derbasbûna dagirkeriya Tirkiyê ya xaka Sûriyeyê re aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Di heman demê de tora 9’emîn a danûstandinên Astanayê didome. Di nêrîna we de rewşa siyasî ber vi kuve diçe?

Eşkere ye, Sûriyê di navbera gelek welatên herêmî û navdewletî tê dabeşkirin.

Îtîfaqa Astana di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de pêk hat. Aramanc îtîfaqê ew e herêm ji nû ve were rêzkirin û di navbera xwe de dabeş bikin. Tirkiyê komên çekdar neçar kirin ku ji rojhilatê Helebê derkevin û radestî rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê werin kirin, li beramberî ku Tirkiyê Cerablus, Ezaz û Babê dagir bike. Herî dawî rêjîmê Xûtaya Rojhilat û herêmên din ên gundewarên Şamê, Humis û Hemayê girt li beramberî wî Tirkiyê Efrîn dagir kir.

Rewşa giştî ya Sûriyê diyar dike ku parçebûneke pêş dikeve.

Em dibînin ku rêjîma Sûriyê ji sedî 60 ji xaka Sûriyê bi dest xistiye. Her wiha hin herêmên Ii başûrê Sûriyê di bin serweriya rêjîma Urdun- Amerîka de û Israîl de ye û herêmên li rojavayê bakurê Sûriyê wekî Idlib, Cerablus û Efrînê di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye.

Ji beriya çend salan ve, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrûbeyeke cuda pêş dikeve, ev tecrûbe ji yên li herêmên din cûda ye, ji ber ku li ser bingehê siyasî, civakê, demokratîk beşdarbûna hemû gelan pêş dikeve. Ez behsa tecrûbeya Rojava dikim, ev tecrube di şert û mercên şer de pir hêjaye.

Pêwîste rola hêzên demokratîk û civakî werin pêşxistin

Mayîna Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li diîj DAIŞ wekî ku Amerîka dibêje vê tecûrbeyê kêm nake, Hevkariya QSD’ê û Hêzên Koalîsyonê tenê leşkerî ye, armanc jê şerê DAIŞ’ê ye. Her kes dizane ku hevkariya bi Amerîkayê re ne cihê baweriyê ye, ev tişt geke caran diyar bû jî.

Mixabin tecrûbeya li Rojava hatiye rûnişkandin li Sûriyê bi xwe baş nehat destgirtin, aktora vê yekê lewazbûna hêzên demokratîk û şoreşgerî li Sûriyê. Li ser vê yekê pêwîste hêzên demokratîk bi awayekî ciddî hevgirtina xwe xurt bikin. Ne wisa be em ê di her aliyan de lawaz bimînin û parçe bibin.

Nebûna rola siyasî û girseya yekgirtî û hêzên demokratîk û şoreşgerî wê welat ber bi du îhtîmalan ve bibe, ya yekem dewletên herêmî û cîhanê bighêjin lihevkirinekê da ku berjewendiyên xwe biparêzin, bi vê yekê rê li ber xeta “Çareseriya siyasî” vedike, ya duyem jî nakokî û berjewendiyên wan ên li ser welat zêdetir bibin, di encamê de agirê şer gurtir dibe, gelê me fatoriya vê şerê dide.

*Li Sûriyê şerê bi wekîlan bi dawî bû û şerê dewletan dest pê kir. Îsraîl li Îran dide, Rûsya bêdeng e, rêjîm şermezar dike, Amerîka temaşe dike, Tirkiyê planên xwe yên dagirkirina Sûriyê didomîne, li gel wî DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe, gel dosyaya Sûriyeyê li kuderê dimîne?

Raste. Êdî şerê berjewendiyan ên hêzên herêmê û navdewletî li Sûriyê dest pê dike, şerê li Sûriyê ji şerê bi wekîlan derbasî şerên dewletan bû. Rewş bi gêrêke, em ê hewl bidin bi awayekî berfireh şîrove bikin.

Hemû welatên ku li ser Sûriyê şer dikin li ser du dozên sereke li hev kirine, yek têkbirina tevgera şoreşa gel a Sûriyê ev tişt pêk hat,û duyem têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ev jî bi sernektiye.

Em mînak bigirin dest, Tirkiyê, Rûsiya û Îran di çarçoveya lihevkirinên Astanyê de navê “Grangotî li xwe dikin. Lê divê em bizanibin ku di navbera wan de ferq û cudahî li ser berjewendî û armancên wan di Sûriyê de heye. Ev feriq û cudahiya dibe ku di her kilyekî de veguherî dijminahî.

Li aliyekî din jî, rexmî ku Tirkiyê û DYA endamên NATO’yê ne, lê di navbera wan de nakokî hene. Heger ku DYA’ê destur da Tirkiyê ku Efrînê dagir bike, niha rê nade ku Minbic û Bakurê Sûriyê dagir bike.

Mînakek din, Rûsya qaşo helîfê Îranê ye, lê dema Îsraîl li bargehên Îran û rêjîmê yên li Sûriyê da, dengê xwe nekir.

Wekî Şepêla Çep a Şoreşger ji destpêka destwerdana empiryalî û herêmê di welatê me de dirûşma me “Ne Mosko, ne Washington, ne Enqere, ne Riyad û ne jî Dewha” ye. Em dibînin ku tekane busleya têkoşîna me gelê me azad bibe. Erka me ya ji bo gelê xwe têkoşîna rizgariyê li her qadan mezin bikin. Bi enerjiya xweser û enerjiya gelê me, rêxistinbûyî, piştgirî em ê têdikoşin.

*Hûn ji şoreşgerên Sûriyê ne yên ku ji destpêka tevgera aştiyane ya Adara 2011’an de we dest pê kir, nêrîna wa ya ji bo çareseriyê siyasî û aştiyane ye. Gelo çareseriya siyasî li benda çi ye, nexazin di gel dagirkeriyê?

Şoreşa Sûriyê di sala xwe ya yekemîn de aştiyane bû. Tişta ku hişt şoreş ji navaroka xwe derkeve tundiya rêjîmê ya wehşî li hemberî xwepêşandarên aştiyane, her wiha bi hezaran leşker û fermandarên rêjêmê yên nexwestin tundiyê li hemberî xwepêşandaran pêk bînin, veqetiyan. Lê nebûna fermandarên şoreşgerî û siyasî, her wiha lewazbûna tevgerên piştgiriya bi şoreşa Sûriyê yên li derve û destwerdana hêzên herêmê li destekdayîna wan bi rêjîmê an jî komên cîhadîst hişt ku tevgera şoreaş aştiyane lewaz bibe.

Felaketa mezin ew e ku Sûriyê di navbera dewletên herî mezin û yên herêmî de hate dabeşkirin. Herêmên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê tenê karîbû teybetmendiyên xwe biparêze. Di dema ku şerê heyî gelê Sûriyayê di nava 7 salan de xist nava gelek zehmetiyan de, piştî 7 salên derbasbûyî gel hîn jî bi kuştin, wêranî û koçberiyê re rû bi rû ye. Hêzên demokratîk, şoreşger û gelerî parçebûne û jihevketinê jiyan dikin. Ev şertên hatin bibîrxistin dihêlin ku çi çareseriya siyasî ya muhtemel niha dê di çaroveya lihevkirina di navbera hêzên herêmî û navdewletî yên destê wan di xaka me de heye pêk were.

Di hemû rewşan de ya herî girîng rawestandina vî şerê dîne, da ku gelê me karibe nefesa xwe careke din bistîne. Karibe birînên xwe derman bike. Ev berpirsyartî xwe disperse me hemûyan, divê hêzên demokratîk û şorşger eniyeke demokratîk gelerî ya rêxistinkirî saz bike. Ji bo azadiya gelê xwe tekoşîn bide meşandin. Ev tekoşîn li ser esasê tecurbeya ji 7 salên derbasbûyî de hatine girtin, pêk were. Pêwîste kar were kirin ku hevsenge li gorî berjewendiya gelê me û li ser esasê avakirina Sûriyaya Demokratîk, pireng û adil pêk were.

*Herêmên kêmkirina şer, bûn cihê ku herî zêde şerên leşkerî ku rêjîma Sûriyê û hevkarên wê tê de tevgeriyan, piraniya şêniyên Bakurê Sûriyê ji bajarên xwe derketin û koçber bûn, piştî dagirkirina Efrînê bandora Astana ya rastîn çibû, bi taybet bi derxistina şêniyên Xûta, Resten û Heresta?

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta dagirkeriyê û guhertina demografî li Efrînê pêk tîne. Diyar e ku civînên Astana piştî salek ji nakokiyên di navbera Tirkiyê, ÎRan û Rûsiya de pêk hatiye. Bi vê yekê jî xetên nû yên hêzan hatin danîn. Di Astana de van dewletan parçeyek mezin ji xaka Sûriyê di nava hev de dabeşkirin. Ev dabeşkirin û parçekirina di xaka Sûriyê de pêk hat, di bin navê herêmên kêmkirina şer de hate kirin. Ne tenê xak lê belê insanên Sûriyê jî di nava hev de parçe kirin.  Gelê Sûriyê di destê wan hêzan de bûne kart hesab û bazarên xwe li ser wan didin meşandin. Bi xwîna wan dilîz in.

Lewma di van demên derbasbûyî de ji Xûta û deverên din sivîlan û çekdaran tîn in. li ber wan tu rê nayê hiştin, ji belî ku biçin Idlibê, wan li wir kom dikin. Bi vê yekê jî Idlib bûye wekî bombeyeke tu nizane kîjan kêliyê biteqe.

Tiştê rewşê dijwar dike, siyastên dewleta Tirk ku li Efrînê pêk tîn e. Siyaseteke pir qirêj û xirab didin meşandin. Kurdan ji wir derdixin û di malên wan de xelkên Xûta bi cih dikin. Dîmografiya herêmê didin guhertin.

Ev siyaseta dewleta Tirk dide meşandin, ne tenê li dijî gelê Sûriyê ye, lê belê li dijî dîrok û pêşeroja tevahiya xaka Sûriyê ye. Lewma divê hemû gelê Sûriyê li divî van siyasetên wan tekoşîn bidin meşandin. Tişta pir zora mirov diçe ew e ku di navbera gelê Sûriyê de şerê navxweyî pêş dixin.

Ji me hemûyan tê xwestin ku em van siyasetên wan eşkere bikein, li dijî siyasetên koçberkirinê liber xwe bidin, em siyasetên koçberkirina bi darê zorê red bikin. Ew li dijî gelê resen siyaset “Parçe bike, tê birêve bibe” didin meşandin. Ev siyaseta dagirkeran e, li dijî civaka didin meşandin. Tenê yekîtiya civakê û tekoşîn wê dikare vê siyastê bide rawestandin.

*Têkiliya di navbera Rûsiya û Tirkiyê pêş dikeve, bi taybet piştî dagirkirina Efrînê bi erêkirina Rûsiya pêk hat, danûstendinên wan derbarê Idlibê hîn jî didome. Herî dawî jî li ser avakirina komeke Tirk da Rûsiya razî bikin, pêk hat. Tirkiyê Endama NATO ye ev tê zanîn, lê di nerîna we de dê pêşeroja vê têkiliya wan çibe?

Têkiliyên demkî ne

Erê raste, dagirkeriya Efrînê bi erêkirina Pûtîn pêk hat, tevî ku DYA ne pê re bû, bi vê yekê re li gorî itîfaqên wan, Idlib ji para Tirkiyê re hate hiştin. Dewleta Tirk niha hewl dide ku “Artêşeke niştmanî” girêdayî wê saz bike. Ev artêş abi xwe wê li ser esasê tayîfî û ji komên çete yên heyî were sazkirin.

Hewl didin ku komên çete yên heyî nerim nîşan bide. Lê guheritna nav wê rastiya tiştê heyî nede guhertin. Ew çetene û girêdayî Artêşa Tirkiyê ne. Tiştek di destê wan de nîne ku îradeya xwe pêk bîn in. Artêşa Tirk biryara destpêkê û ya dawî di wan herêmên hatine dagirkirin, dide.

Gelê herêmê ji kiryarên çeteyan û Artêşa Tirk pir tengav bûne. Lewma li gelek bajaran gel li dijî wan derketin û çalakî pêk anîn. Gel ji wan bihêrxe, her ku diçe jî hêrsa gel li dijî çeteyan zêde dibe. Ya girîng li dijî wan piştgiriya gel were kirin û çalakiyên wan werin pêşxistin.

Derbarê têkiliyên Tirkiyê û Rûsiya, her wiha Îranê jî bi rastî ne hevkarê hev in. lê belê berjewndiyên wan li Sûriyê hatiye gel hev. Heta vê kêliyê berjewendiyên wan nêzî hev in, lê di nerîna min wê ev itîfaqên wan gelekî dirêj neke, ev demkiye û wê dewam neke.

Berjewendiyên dewletên navborî li Sûriyayê nabe yek. Tirkiyê endamek sereke û dîrokî ya NATO yê ye. Tevî hemû nakokiyên wê yên bi DYA re jî têkiliyên wan ên stratejîk hene. Helwesta Rêveberiya DYA ji piştgiriya QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê rêjîma Erdogan acizî kir. Ji ber metirsîna rêjîma Tirkiyê ji kurdan heye. Ew ji ber vê yekê nexweş in û tu carî dê jê şifa nebin jî.

Di encamê de têkiliya di navbera van dewletan de demkî û li gorî berjewendiyên taybet pêk hatine. Ev têkiliyên wan jî li ser hesabê gelê herêmê û pêşeroja wan e.