Li gorî Buroya Karûbarên Rêxistinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê alîkariyên pêşkêşî welatiyan hatine kirin ji aliyê herdu rêxistinên AVC û Concern bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêk hatin û li bêtirî 300 malbatên taxa Botan a bajarê Kobanê ku ziyan ji ber lehiyê dîtine belav kirin.

Her wiha rêxistinan madeyên xwarinê, isfinc û alavên şuştinê li welatiyên taxê belav kirin

Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan Îsmaîl Ehmed destnîşan kir ku gelek rêxistinên din jî soz dane ku dê alîkariya xwe pêşkêşî welatiyan bikin.

Hêjayî gotinê ye di 13’ê vê mehê de ji ber barîna barana zêde gelek malbatên taxa Botan a bajarê Kobanê ji ber lehiya baranê ziyan dîtin.