Akademiya Jinên Sûriyê bi diruşmeya “Jin bingeha avakirina civakê ye” dewreya perwrdeyê ya 3`yemîn bi dawî kir. 43 endamên saziyên sivîl, leşekrî, endamên Meclîsa Jinên Sûriyê yên herêma Cizîrê û Firatê tevlî dewreya perwrdeyê bûn.

Bi vê boneyê şahî li akademiyê hate lidarxistin. Komîteya Jinên Sûriyê ya  Reqayê, ciwanên Reqa, endamên Saziya Malbatên Şehîdan û bi dehan jinên bajar beşdarî şahiya bidawîkirina dewreyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê yek ji rêveberên akademiyê Heyfa Musefa li ser girîngiya dewreya perwerdeyê axivî û got ku dewre baş derbas bû û wiha pêde çû: “Jinên ku dewre bi daw îkirin gelek agahî girtin. Bi vê yekê dikarin li hember zihniyeta zilam kevneperest li ber xwe bidin.”

Paşê yek ji rêveberên komîteya Jinên Reqa û gundewarên wê Zelîxa Ebdê bidawîkirina dewrya perwerdeyê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku dewreyên bi armanca pêşxistina asta zanebûna jinê pir girîng in.

Zelîxa di axaftina xwe de destnîşan kir ku jina perwerdekirî ya ku herî zane û rêxêstin kirî yeû jin dikare di riya fikr û zanebûna xwe de bighêje astên herî bilind.

Dewrya perwrdedyê 20 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên firdozî li ser dîroka Jin, girîngiya perwerdeyê, dîroka netewa demokratîk û rexne û rexne dayîn hatin dayîn.

Hêjaye bi bîr xistinê ku dewreya pewrdeyê bi navê şehîd Jînda Til Temir li bajarê Efrînê di sala 2014`an de şehîd bû.