Di merasîma dawîkirina dewreyê de Endama Rêveber a Meclîsa Sûriyaya Demokratîk Solîn Hesen axivî û dewreya perwedeyê li hemû jinan pîroz kir û destnîşan kir ku perwede jinan di aliyê bîrozî de pêşdixe û rê li ber vedike ku kesayeta xwe bi hêz bike.Jina bi navê Hîba El-Xelef ku tevlî perwdeyê bûye helbest li ser Efrînê pêşkêş kir û êşa welatiyên Efrînê yên zehmetî kişandin anî ziman.Jina bi navê Zeyneb Medor a tevlî perwedeyê bûye jî destnîşan kir ku avakirina Akademiyê û perwedekirina jinan roleke baş a ji bo pêşxistina jinan de ye.