Di bin dirûşmeya ″Bi yek destî ber bi avakirina Sûriyeke yekbûyî ve″ Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakurê Sûriyê bi rûspiyên êlên Ereb ên Bakurê Sûriyê re civiya. Civîn li salona Beylesan a navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo hat lidarxistin. Di civînê de rewşa dawî ya herêmê hat nirxandin, her wiha bal hat kişandin ser girîngiya hevgirtina li dijî planên afirandina fitneyê di navbera gelê herêmê de.

Rûspiyên êlan nêrînên xwe bi ANHA′yê re parve kirin û bal kişandin ser planên qirêj ên ku li dijî gelên herêmê.

Yek ji rûspiyên êlên Ereb ên herêma Şedadê Munasir Seqûsî diyar kir ku rêjîma Baas û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk hewl didin tevlîheviyê bixin navbera gelê Bakurê Sûriyê de. Seqûsî wiha domand, ″Rêjîma Baas, Rûsya û Tirkiyeyê hewl didin gelê herêmê li hember hev bidin şerkirin. Divê êlên Ereb û Kurd ên herêmê li hember van planên qirêj ên li dijî gelê herêmê, hevgirtina xwe xurt bikin û bi yek destî van planan vala derxin.″

Yek ji rûspiyên êlên Ereb ên herêma Cizîrê Şêx Xalid Esîrî jî destnîşan kir ku dewletên dijmin dixwazin ewlehiya herêmên Bakurê Sûriyê derb bikin û ji bo bersivdayîna planên herêmî û navneteweyî, banga yekîtiyê li êlên herêmê kir.

Hin aliyên derve (taybet Rûsya) îdîayên wekî ″QSD′ê çand û zimanê Kurdî bi darê zorê li ser gelê Bakurê Sûriyê ferz dike″ belav dikin. Esîrî derbarê îdîayê de wiha got, ″Ev îdîa dûrî rastiyê ye û parçebûna gelê Sûriyeyê ramanc dike. Tam tersî wê, li herêmên me sîstemeke demorkatîk hatiye rûniştandin, her gelek bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne. Li herêma Cizîrê jî 3 zimanên sereke ′Kurdî, Erebî û Suryanî′ hene. Ev yek nîşaneya demokrasiyê û rêzdariya li hember gelan e. Siyaseta ferzkirina yek çand û yek ziman ji aliyê rêjîma Baas ve dihat meşandin.″

Yek ji rûspiyên êlên Minbicê jî Mihemed Casim bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk û wiha axivî, ″Dagirkeriya Tirk siyaseta qirkirin û guhertina demografiyê li Efrînê dide meşandin. Her wiha rojane li herêmê kiryarên dizîn, talan, kuştin û tecawizkirin pêk tên, cîhan jî her bêdeng dimîne. Ji bo ku ev destwerdan rawestin, divê em yekîtiya xwe ava bikin, bersiva êrîşên li dijî Bakurê Sûriyê bidin û destûr nedin ku dewleta Tirk dagirkirina axa me rewa bike.″