Li Sûriyê guhertina demografî

Rojnameyên Erebî di hefteya derbasbûyî bal kişandin li ser rewşa Sûriyê û guhertina demografî. El-Heyat nûçeyeke bi sernavê “Rêjîma Şam, Hecer El-Eswed digire û çekdar ji Humisê derdikevin” weşand û diyar dike ku hêzên rêjîma Sûriyê pêşveçûnên xwe li herêmên bi bin serweriya rêxisitna DAIŞ li başûrê Şamê didomîne. Di heman demê de , beşa çaremîn a çekdaran ji bajarokên: Bebîla, Yelda û Beyt Sehem ber bi bakurê Sûriyê ve diçe.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê “Rêjîma Sûriyê nêz dibe ku tevahî Şam û gundewarên wê bigire” weşand û got ” Hêzên rêjîma Sûriyê nêzîk bûye ku başûrê Şamê bigire. Bi vê yekê paytext û gundewarê wê ji mûxalifan vala dibe. Li aliyekî din di dema ku peyamana lihevkirinê li gundewarên Humisê dikeve meryetê de, 30 endamên hêzên rêjîma Sûriyê di êrîşa DAIŞ de hatin kuştin.”

Hêzên QSD’ê li Dêrazorê pêş ve diçe

Rojnameyan bal kişandin ser hemleya Bagera Cizîrê. El-Şeriq El-Ewset sernavê “QSD’ê bi piştgiriya Amarîka li gundewarên Dêrazorê pêş ve diçe” avêt. Rojnameyê got ku hêzên QSD’ê ku ji kurd û ereban hatiye avakirin, bi piştgiriya Amarîka li Dêrazorê pêş ve diçe û wiha dom kir: “Di dema hemleye careke din hate domandin, hate gotin ku Amarîka piştgiriyeke mezin daye QSD’ê, Hêzên QSD’ê derdora bajarê Hejîn a rojhilatî Dêrazorê ji çeteyan rizgar kirine. Pêşketina QSD’ê bi piştigriya balafirên şer ên koalîsyonê pêk tê.”

Bargeheke Amrîkî li Minbicê û Tirkiyê peyamê fam dike

Rojnameya El-Ereb sernavê “Bargeheke Amarîkî li Minbicê, pêşketina Tirkiyê radiwestîne” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku berpirsekî QSD’ê eşkere kiriye ku Amarîka li Minbicê bargeheke leşkerî saz kiriye û wiha dom kir: “Amarîka bargeha xwe beriya sê mehan li Minbicê saz kiriye. Da ku peyamê bighîne dewleta Tirk ku pêşketina ber bi van herêman ve xeta sor e.”

Şerê Amarîka li dijî Îranê bi wekîlan

Derabrê şerê di navbera hêzên herêmî ya li ser xaka Sûriyê de jî Rojanemaya El-Qudis El-Erebî jî li ser mijarê sernavê “Îsraîl Kiswê bombebaran kir…Şerê Amarîka li dijî Îranê bi wekîlan”

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku ev ne cara yekem e ku Îsraîl Kiswê topbaran dike û wiha dom kir: “lê vê carê bandoreke din kir, ji ber di dema ku Amarîka xwe ji Itîfaqa Nuklerî ya Îranê vekişandiye pêk hatiye. Ev jî dibe ku bandoreke mezin li bingehên rewşê bike. Ev asta piştgiriya Amarîka ji Îsraîlê re nîşan dide, bi taybet beranberî helwesta Amarîka derbarê Îranê li Sûriyê diyar e.”

Li Iraq piştî 15 salan hilbijartinên cuda

Yek ji mijarên sereke yên ku di rojnameyên Erebî de cih girtine de, hilbijartinên Iraqê bû. Rojnameya El-Ereb girêdayî mijarê, nûçeyek bi sernavê “Hilbijartinên Iraq sîstema heyî ber bi guhertinên nû ve ye” weşand û got, “Li gorî çavdêran; hilbijartinên giştî yên Iraq ku dê roja şemeya pêş dest pê bike, di atmosfêreke cuda de pêk tê, di tecrubeyên hilbijartinên berê yên 2005‘an de çêbûne. Hilbijartinên dê werin kirin yên yekemîn piştî bidawîbûna şer leşkerî yên li dijî DAIŞ, her wiha ya yekemîn piştî pêla xwepêşandanên gel li Iraqê.”

Ebadî derbeyekê li parvekirina etnîkî dide

Rojnameya El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê “Ebadî derbeyekê li parvekirina etnîkî dide” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî beriya hemleya piropogandaya hilbijartinan bi dawî bibe, derbeyek pêşinde li dijberên xwe xist û wiha dom kir: “Ebadî tekez kir ku ew ê careke din xwe ji bo serokwezaretiyê pêşniyar neke, ji ber cara berê li ser esasê parvekirina tayîfî pêk hatibû.”

Hilbijartinên Lubnanê

Girêdayî hilbijarinên Lubnanê, El-Şeriq El-Ewst jî sernavê “Hilbijartinên Beyrûtê.. Parçebûna tayîfî ” weşand. Li gorî nûçeyê “Li Beyrûtê, roja hilbijartên Lubnanê, bi herdu rêveberên xwe, wêneyeke zelal  a Lubnana parçebûyî derxist pêş. Qanûna hilbijartinên nû derket da ku  vê parçebûnê bi hêztir bike, ku paytexê veguherîne rojhilatî bi piraniya xiristiyanî û rojavayî bi piraniya misilman.”

Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê ” Gelo wê Hizbullah bi serkeftinên xwe çi bike”weşand û got, ” Çavkaniyên siyasî li Beyrûtê dibînin ku Hizbullah ku di salên 2005 û 2009 nedikarî qezenciyan bi dest bixe di hilbijartinên 2018‘an de serket û pirs dikin ku gelo Hizbullah wê çi li serkeftinên xwe bike.”

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê heman mijarê de sernavê ” El-Herîrî daxwazên wezîrtiyê yên berê red dike” Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku El-herîrî daxwazên serokê Meclîsa Perlemanteran Nebîh El-Birî ku wezareta darayî ji şîa re here na pejirîne û wiha dom kir: “Cîgirê Sekretê Huzib El-Ah Neyîm Qasim jî daxwaz kir ku hikûmetek yekîtiya niştimanî were sazkirin û nûnertiya hemû hêzan bike. Her kes divê hebûna xwe di nava meclîsê de bigire.” ê kijan aliyê de bixebitîne.”

Ragihandina Tirkiyê çemberê li ser mûxalifên Erdogan ên di hilbijartinan de çêdike

Rojnameya El-Ereb têkildarî hilbijartinên Tirkiyê sernavê “Ragihandina Tirkiyê çemberê li ser mûxalifên Erdogan ên di hilbijartinan de çêdike” weşand û got, “Bernamzetê mezintirîn partiyên mûxlalif ên di hilbijartinên serokatiyê Miherem Ance rexneyên xwe anî ziman ku çapemenî çalakiyên partiyê mûxalif û bernamzetên wê naşopîne û got ku qedexeya ragihandinê ku li ser partiyên mûxalif hatiye ferizkirin li ser daxwaza Erdogan hatiye kirin. herger qedexe dewam bike, em çalakiyên xwe yên hilbijartinên li pêşiya avahiyên kenalên televizyonê li dar bixin.”

Haştaga TAMAN a li dijî Erdogan di manştên rojaneyên Erebî yên hefteya derbasbûyî de cih girti. Rojnameya El-Ereb jî sernavê “Hemleya #TAMAM’ Biçe ey sultan” avêt. Rojnameyê got ku çalakvanên li ser malperên civakî hemleya’Bese’ dane destpêkirin, ev gotin li ser zimanê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan derketiye, beriya hilbijartinan jî haştaga TAMAM li dijî Erdogan hate destpêkirin.”

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî da zanîn ku hêzên opozisyonê pirsek ji Erdogan kirin û jê re gotin ku heger gel jê bixwaze istîfa bike, wê pêk bîne. Erdogan jî di bersiva xwe de îdaya kir ku dê daxwaza wan pêk bîne. Erdogan di bersiva xwe de got ku heger gelê me rojekê got TAMAM ez ê wê demê istîfa bikim.

Îran di peymana nûklerê de mayî ye, heger Amerîka derve jî

Derbarê nûklera Îran, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê “Turmp dê îro derbarê (Nûklerê de) daxuyaniyê dide.. Tehran berbijêrên xwe lêkolîn dike” weşand. Li gorî nûçeyê “Di dema ku cîhan li benda biryara Serokê Amerîka Donald Trump e ya derbarê nûklera Îranê de, Îran duh vekişandina xwe ya ji bo peymanê li beramberî ku  Serokê Amerîka biryara vekişandina welatê xwe ji nûklerê bide paş de kişand û li şûna wî pêşniyara mayîna xwe bêyî Washigton da.”

Gefên Tramp ji Îranê re

Rojanemeya El-Heyat jî sernavê “Paster û Artêşa Îranê bi vekişîna Amarîka ji itîfaqa nuklerî bê xemin” avêt. Rojnameya El-Erebî jî derbarê heman mijarê de jî senavê “Ewropa biryarên Tramp qebûl nakin, di piratîkê de jî pêk tîn in” avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê “Parçebûna li Îranê kurtir dibe, Tramp gefên xwe zêde dike” avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman, “Giringtirîn biryara vekişîna Serokê DYA Tramp ji itîfaqa nuklerî ya Îranê parçebûna di hindirê Îranê de kûrtir kir. Şêwirmendê mezin ê Îranê Elî Xaminaî li navenda xwe daxuyaniyek da û ne razîbûna xwe derbarê perspektîfên hikûmeta Rûhanî da.”

Filistîn

Li ser rewşa Filistînê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê “Hemas amadekariya derketina herî mezin a welatiyan ser sînor dike.. Îsratîl jî seferberiyê radighîne” avêt. Rojnameyê got ku hin komên din ên Filistînê jî piştgiriya gava Hemasê ku di çarçoveya “Meşva Vegera mezin de” ku di adara derbasbûyî de hate lidarxistin dikin û wiha dom kir: “Di çalakiyên filistiyan de heta niha zêdeyî 45 welatiyên filistînê hatine kuştin, her wiha zêdeyî 5 hezaran birîndar bûne.”

Derabrê rewşa Filistînê jî rojanemyan nivîsên cûda weşandin. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê “Xeza: Hewldana lidarxistina meşa milyonan di roja 14-15 ê mehê de” avêt. Rojnameyê got ku Desteya Niştimanî ya Bilind banga meşên mezin ên vegerê û şikenandina dorpêçê kir.