Li Kantona Girê Spî sala perwerdeyê ya 17′ê Îlona 2017′an dest pê kir. Ji bo fêrkirina şagirtan hezar û 500 mamoste hatin amadekirin. Di navbera havînê de KPC-Demokratîk dewreyên perwerdeyê û fêrkirina rêbazê dersdayînê ji bo mamosteyan vekiribûn.

Şagirtan bi vekirina dibistanan kêfxweşiya xwe anîn ziman û dane zanîn ku ew bi riya perwerdeyê fêrî gelek tiştên nû dibin.Li bajarên Reqa, Tebqa û Minbicê jî mertiryalên perwerdeyê yên ji aliyê Komîteyên Perwerdeyê yên girêdayî meclîsên sivîl ên van bajaran ve hatine amadekirin, hatin xwendin. Li navenda bajarê Tebqayê 7 dibistan, li gundewarên başûr rojhilat (bajaroka Mensûra û gundewarên wê)35 dibistan hatin vekirin, 5 hezar şagirt hatin pêşwazîkirin û 200 mamoste lê hatin erkdarkirin. Li gundewarên rojava (bajaroka Cerniye û gundewarên wê) jî 60 dibistan hatin vekirin û 6 hezar şagirt hatin pêşwazîkirin û 200 mamoste lê hatin erkdarkirin.

Li giştî herêma Tebqayê 18 hezar û 800 şagirtan sala perwerdeyê ya 2017-2018′an serkeftî derbas kirin. Beriya ku sala perwerdeyê dest pê bike, Komîteya Perwerdeyê 700 mamoste amade kiribûn. Zarokên ji ber dagirkeriya DAIŞ′ê 4 salan ji mafê xwendinê bêpar man. Piştî 4 salan, xebatên perwerdeyê jinûve dest pê kirin û sala xwendinê 27′ê Mijdara sala 2017′an dest pê kir. Li navenda bajarê Reqayê 10 û li gundewarên wê 142 dibistan hatin vekirin û 45 hezar şagirt hatin pêşwazîkirin. Ji bo hînkirina şagirtan Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi sedan mamoste amade kirin. Li Reqayê dibistana yekem li taxa Meşleb hat vekirin.

Li navenda bajarê jî 317 dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li bajar û gundewarên wê hatin vekirin. 48 dibistanên navîn û amadeyî li bajar û gundewarên wê û 269 dibistanên seretayî li bajar û gundewarên wê hatin vekirin.

Beriya ku sala perwerdeyê dest pê bike, Komîteya perwerdeyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Minbicê 8 hezar û 5 mamoste amade kirin.

Kantona Efrînê

Li Kantona Efrînê jî ji ber dagirkeriya Tirk şagirtan nikarîbûn sala xwendinê ya 2017-2018′an bi dawî bikin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê zêdeyî 300 dibistan amade kiribûn, her wiha 2 hezar û 450 mamoste perwerde kirin. Hejmara şagirtên ku li dibistanan hatî pêşwazîkirin 45 hezar şagirt bûn.