Dewleta Tirk li Efrînê işaretê li deriyê xaniyan datîne û gelek malbatan dike hedef.
Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo dagirkirina Efrînê dest bi êrîşê kirin, bi sed hezaran Efrînî neçar man ji cih û warê xwe derkevin.
Çeteyên Tirk piştî dagirkirina Efrînê bi sedan mal û kargehên li bajêr talan kirin. Niha jî işaretê li ser xaniyan datînin û dikin hedef.
Li gundê Hisênê û gelek gundên li derdorê, bi boyaxa sor işaretê li xaniyan datînin.