Hunermend Ehmed Elî ev kiyara ne mirovî ya artêşa Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got, ″Mafê artêşa Tirk nîne ku hunermend Aslan Can û tu kesekî din bigire. Daxwaza me ew e ku hemû gelê Efrînê yê ji aliyê artêşa dagirker ve hatîn revandin, serbest bêne berdan. Divê hemû hûnermen û gelê kurd divê derbarê şiyar tevbigere.″

DİVÊ HERKES Lİ HÛNERMEND CAN XWEDÎ DERBİKEVE

Hunermend Ehmed Xanî jî da zanîn ku artêşa Tirk hunermend Aslan ê bi axa welatê xwe ve girêdayî bû revandin û wiha domand, ″Hundermend Aslan Can bi dengê bi dengê xwe yê zelal ji welatê xwe re stran digot. Lê dewleta tirk bi awayekî hovane ew revand. Dewleta tirk her roj sucên mirovî li beramber gelê efrînê pêk tîne. Revandina hûnermend Can jî yek ji van kiryarên dewleta tirk yên dij mirovî ne.″

Hunermend Niyazî Seydo jî diyar kir ku artêşa Tirk hemû pîvan û exlaqê mirovî bin pê dike. Malên gel talan dikin, gel dikujin û direvînin. Seydo wiha axivî, ″Heta niha tu agahî li ser hunermend Aslan Can nîne. Banga me ji civaka navneteweyî re heye ku zextê li ser dewleta Tirk bike ku hemû welatiyên Efrînê yên hatîn revandin, azad bibin.″

DEWLETA TİRK Dİ SÛCÊN MİROVÎ DE SÎNOR NASNAKE

Dewleta tirk ku êrîşên dagirkeriyê li ser efrînê didomîne her roj kesên sivîl direvîne, îşkence dike û ji bo ku careke din berde ji malbatên wan pere dixwaze. Li aliyê din ji bo ku demorafiya herêmê biguhere çeteyên girêdayî xwe yên li herêmên weke humus, idlîb tîne li efrîn u navçeyê bi cih dike.