حركة المجتمع الديمقراطي

Tevî zehmetiyan armanca xwe pêk anî

565
Ji zarokatiya xwe de bi israr û helwesteke xurt tekoşîn dikir da ku xewna xwe pêk bîne. Di şoreşa Rojava de karîbû xewna xwe pêk bîne. Jina bi navê Sarî Koşiyan, tevî lingê wê yê rastê hatiye jêkirin û astengdar bûye, lê car de jî bi isar tekoşîn da meşandin û bû mamosteya zimanê kurdî.Sarî Koşiyan di dema jidayîkbûa xwe de ji ber şaştiya bijîşkan lingê wê hate jêkirin. Ji ber vê yekê di zarotiya xwe de gelek zehmetî kişand. Lê bi îradeya xwe ya xurt li dijî hemû zehmetiyan derket.Di sala 2013’an de dest bi xwendina zimanê kurdî kir û xwendina xwe dewam kir, heta sê ast bidest xistin. Fêrbûna xwe dewam kir û heta bû mamoste.Sarî derbarê xebata xwe de dibêje ku wê xwest ku rola wê di şoreşa Rojava de hebe û ev tişt anî ziman: “Di dema şoreşa Rojava de wê berê xwe da zimanê kurdî da ku bibe mamosteya ziman  û nifşên nû perwerde bike.”Di dema şerê taxa Şêxmeqsûd de jî Sarî li mala xwe rûnedinişst lê belê ders didan zarokên ji ber şer ji dibistanê dûr ketibûn.Sarî da ku xwe pêş bixe berê xwe da Akademiya Zimanê Kurdî ya li Bajarê Efrînê û li wir xwendina xwe dewam kir. Piştî akademî qedand, careke din vegeriya û karê xwe yê mamostetiyê dewam kir.Niha Sarî wekî rêveber di Yekîtiya Mamostayan a Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê, di heman demê de jî dersan dide endamên asayîş û şaredariyan.Sarî bang li hemû kesên ku astendarin kir ku li dijî astengiya xwe tekoşîn bidin û tu carî bê mural nebin.