Îd Hisên derbarê mijarê de got ku armanca Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji destpêka destwerdana wan di xaka Sûriyê de diyar bû  û wiha dom kir: “Ew dixwaze sînorê dewleta xwe fireh bike, lewma hemû pirojeyên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêk tên asteng dike.”

Îd Hisên derbarê guhertina demografîk ku li Sûriyê pêk tê û rola dewleta Tirk di pêkanîna wê de jî got ku 7 sal in aloziya li Sûriyayê didome û civaka navdewletî nikare riyên çareseriyê pêk bîne û wiha dom kir: “Armanca dewletên mezin ew e ku temenê aloziya Sûriyê dirêj bike, da ku parstina berjewendiyên xwe bike. Riya çareseriya aloziya Sûriyê pirojeya Fedraliya Demokratîk e. Dewleta Tirk hebûna gelê kurd hedef digre. Êrîşa wan li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê ye. Dagirkeriya Cerblus, Ezaz, Bab û gundên Idlibê jî nîşana herî ber bi çav a wê yekê ye. Guhertina demograftî li Efrîn, gundewarên Şamê, Humis û Hemayê pêk tê. Di hemû cihan de jî rola Tirkiyê di guehrtina demografî de heye. Heger me li rewşa civakî ya li herêmê nerîn, em ê binerin ku welatiyên herêmê bi darê zorê têne koçberkirin û li şûna wan welatiyên din têne bicihkirin.”

Nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Îd Hisên di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku gelê Sûriyayê bi hemû pêkhateyên xwe meclîsên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye ava kirin qebûl nakin û ev tişt anî ziman: “Meclîsa li derveyî Efrînê hatiye avakirin, ne rewaye û nûnertiya gelê Efrînê nake.”