Jolya Word ji ajansa me re diyar kir ku wê şoreşa Rojava û rola jin di şoreşê de bi riya çalakiyên xwe di nava rêxistineke Birîtanî nas kir. Bi dehan jinên ku di nava rêxistinê de cih digirin hene, bi vê yekê wê girîngiya tevgera jin naskir û wiha pêde çû,”Ez pir bi coşim ji ber ku ez li Rojava me û hevalên min ji jinên Kurd hene.”

Julia World li ser berxwedana jinê li Rojava – Bakurê Sûriyê li hember terorê û dengê wê di nava hemû cîhanê de, axiv û got ku hemû cîhan li ser lehengiya jina Kurd diaxivîn. Jolya di axaftina xwe de got ku ew weke parlementer girîngiyê dide wekheviya di navber jin û mêr de. Her wiha Jolya di kar û xebatê xwe de bang mafê jinê û azadiya wê dike. Jolya di jiyana xwe pir li ser tekoşîna jina Rojava li hember terorê bihîstiye.

Parlemontoye Ewrupî Jolya li ser tecrubeya Rojava û rola jinê di nava şoreşê de axivî û got ku pir balkêşe ku yek sîstema rêvberiya Rojava nas bike, tecrubeyeke pir cûda ye û li tu deverê cîhanê mîna wê tune ye.

Julia di axaftina xwe de behsa rola jinê û deskeftiyên ku di şoreşa Rojava – Bakurê Sûriyê de hatine bidest xistin kir û wiha bilêv kir,”Jinên li Rojava, di aliyê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan gavên mezin avêtine. Ez bi tevger û rêxistinên jin ên girêdayî Yekîtiya Ewrupa re li dijî tundiya li ser jinê li ser asta cîhanê dixebitim. Lê li vê derê rewş cûda ye, li Rojava jin di hemû aliyan de parastinê xwe dike. Di hemû aliyan de mafê xwe bi dest xistiye. Li vê derê jin hemû aliyên jiyanê bi rêve dibe. Ji ber vê yekê ez hatim Rojava û ji ber vê yekê jî tecrubeya Rojava ji min re pir cûda ye.”

Julia  li ser pirsa nêzîkatiyên aliyên Ewrupî li hemberî şoreşa Rojava – Bakurê Sûriyê wiha bersiv da,”Pêwîste Ewrupa siyasetên xwe yên li hember Rojava biguhere. Ya herî girîng ew e ku piştgiriyê bide vê tecrûbeya guncaw ku li Rojhilata Navîn hatiye rûnişkandin. Ji ber ku tiştên ku li Rojava çêdibin pir girîngin e û ji ber vê yekê pêwîste em vê nameyê bighînin hemû cîhanê.”

Julia World di dawiya axaftina xwe de got ku helwesta Ewrupayê xwe nû dike, mijara mafên kêmnetewan û mafê jinê ji bo civaka Ewrupî dozên pir girîngin.