Di 4 sedsalên derbasbûyî de  dewleta  Osamnî herêma erebî dagir kiribû. Di van 400 salan de Osmaniyan li herêmê talanî û wêranî bi serê gelên Rojhilata Navîn û welatên ereban de pêk anîn. Şaristaniyên mirovahiyê li herêmê binpê kirin û gelek komkujî di herêmê de pêk anîn. Komkujiyên wan heta roja îro dewam dike.

Hebûna Osmaniyan li Rojhilata Navîn nîn bû, eslên wan ji deştên Tiyan Şiyan ên li ser sînorê Çînê ya Asya Navîn bû. li gorî çavkaniyan yekem car Tirk li Rojhilata Navîn derketin, dema waliyê Imewî Ziyan Bin Ebîd di sedsala 9’an de ew ji sûka koleyan a Bixarî kirîn, da ku parastina girtîgeha Kûfa bike. Her wiha Xelîfe Mutesim ew ji sûkên Semerqend kirî.

Dewleta Osmanî ji destpêka avabûna xwe ve siyaset xwe xwe feqîr bike heta tu xwe bi cih bike, xwe bi rayedaran re kir yek heta cihê  lingê xwe di nava gelên herêmê de bi cih kirin.

Dema desthildariya Osmaniyan li Rojhilata Navîn piştî Şerê Meric Dabiq a sala 1516’an de pêk hat, her wiha şerê El-Reydaniye ya sala 1517’an û paşê jî sultanê Osmnaî yê wê demê Yawiz Selîm dema Şam û Misr dagir kirin. Paşê welatê Hicaz dagir kirin û desthildariya xwe li herêmê bi cih kirin. Paşê herêma Enadoliya di wê demê de tevlî heêrmê kirin, desthildariya wan hate sala 1918’an piştî Cenga Cîhanê ya yemem bi dawî bû.

Bi hatina desthiladarê Osmanî Cemal Paşa ku bi navê Sefah dihate naskirin, her wiha dema wekî waliyê Şamê hate erkdar kirin, siyaseta xwe ya bi nav û deng bikar anî, destpêkê ereb anîn aliyê xwe û xwest di Cenga Cîhanê ya yemem ereb girtin aliyê xwe. Cemal Paşa di sala 1914’an de dema nû hate Şamê xîtabek da û wiha got:

“Divê em kurên ereban exlaqên baş ên ereban û rumeta wan silav bikin. Ji destpêka ronahiya ola Ehmedî (Islamê) Merdî û qenciya ereban silav bikin. Edeba wan ku di ola Islamê de diyar e silav bikin. Bi hemû hêza xwe parstina wê kirin. Ji bo berizkirina rola ereban û erebîbûnê kar bikin û bi hêz tevbigirin. Bibin zilamên pak û temam.”

Sefahê ku ji ereban xwest ku exlaqê baş û rindiyê pêş bixin, di roja 6’ê Gulanê de hemleya Darvekirinê wekî di beşan li dijî welatparêz û rewşenbîrên Sûriyê û Lubnanê pêk anîn. Ev bûyer di sala 1914 piştî Cenga Cîhanê ya yekem di Meydana Buric a Paytexta Lubnan Beyrûtê de pêk hat.

Beşa duyemîn jî di sala 1916’an de li Meydana Mercê ya Şamê pêk hat. Piştî wê bûyerê Meydana Mercê wekî Meydana Şehîdan hate naskirin.  Darvekirin ji aliyê hakimê Osmanî Cemal Paşayê “Sefah” pêk hat. Hin çavkaniyan jî destnîşan kir ku ji ber têkçûna wî di Şerê “Sefer Belik” a li dijî Ingilîziyan ew aciz kir, lewma komkujî pêk anî.

Komkujiyên Osmaniyan di herêmê de ne tenê li dijî ereban pêk  hat, lê belê li dijî gelên din wekî ermen jî pêk hat. Dewleta Osmanî di sala 1514’an erdên wan dagir kir û ew koçberî welatên ereban û Ewropa kirin. Koçberiya wan bi darê zorê pêk hat.

Di sala 1915’an de dewleta Osmanî li dijî milyonek û nîv ermenî komkujî pêk anîn. Heta roja îro welatiyên ermenî doza qebûlirina komkujiya derheqê welatiyên ermenî de pêk hat, dewleta Tirk jî heta niha vê yekê qebûl nakin.

Di sala 1923’yan bi ragîhandina cemhûriya Tirkiyê re, tiştê dewleta Osmanî pêk anîn, dewam kir û siyaset kuştin, koçberkirin û wêrankariyê dan meşandin.

Piştî demek kurt Cemhûriya Tirkyiê derdora 15 hezar welatiyên kurd qetil kirin, her wiha derdora 900 malan ruxandin, her wiha 210 gund ji kok ve rakirin. Her wiha bi hezaran welatiyên kurd, ereb û asûrî piştî Serhildana Şêx Seîd a li dijî cemhûriyeta Tirkiyê dan koçberkirin û zordarî li ser wan da meşandin.

Di sala 1938’an de jî dewleta Tirk komkujî li dijî welatiyên Kurd li geliya Zîlan a herêma Dêrsimê pêk anî, bi vê yekê dewleta Tirk hebûna xwe li ser xwîna milyonên welatiyên kurd, ereb, ermen û pêkhateyên din pêk anî û xwe dewam kir.

Dagirkeriya Tirkiyê ji Efrîn û hin bajarên din ên Bakurê Sûriyê wekî Cerblus, Ezaz û Babê jî berdewama siyasetên Osmaniyan a li dijî gelê herêmê ye.

Artêşa Tirk a dagirker her wiha zêdeyî 260 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin, zarok û kalepîrên bi bombebaran û topbarana li ser Efrînê de qetil kirin, her wiha zêdeyî 700 welatan birîndar kirin û zêdeyî 200 hezar sivîlî da koçberkirin.

Wekî çawa Cemalê Sefah bang li ereban kir ku bi exlaqên xwe yê baş tevbigerin û paşê li dijî wan kokujî pêk anîn, wan di şerê xwe yê li dijî Ingilîan bikar anî, Erdogan jî îro heman tiştê Cemalê Sefah li dijî wan pêk anî, wî erebeyên ku navê Artêaş Azad li xwe dikin û piraniya wan ji erebên Sûriyê ne, xistin şerên ku tu faydeya wan jê nîne. Erdogan wan ji xeta şerê rêjîmê derxistin û berê wan da gelê kurd.

Di dawiya meha nîsana derbasbûyî de Erdogan derket û tekez kir ku gelek leşkerên Tirkiyê di êrîşa li ser Efrînê ne hatine kuştin û da zanîn ku piraniya kuştiyan ji endamên Artêşa Azad in. Bi wateyek din Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi vê yekê dixwaze gelê Tirkiyê bide famkirin ku kuştî tenê ji ereban e û tirk divê netirsin.

Beriya 400 salan dewleta Osmanî heman tişt pêk anîn û gelên herêmê berdan hev û bi wan nakokiyên wan desthiladariya xwe dewam kirin.