Mihrîcanê li salona Newroz a bajarê Kobanê bi beşdarbûna helbestvan, rewşenbîr, nivîskar, şêwekar, her wiha Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirê, Rêveberên PYD û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê dest pê kir.
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Rojava Ehmed Huûseynî axaftina destpêkê kir û got, “Mihrîcana Rojava, vejandina çanda kurdî ye û xûrkirina koka pirengiya çandî ye. Piştî ku em li Elmanya mihrîcan li dar dixist, êdî em li ser xaka xwe lidar dixin û nêrînên xwe parve dikin.”
Piştî axaftina Huseynî belgefîlmeke li ser dîroka yekîtiyê ji destpêka “Serhildana Qamişlo ya 2014″ heta niha, her wiha xebatên yekîtiyê li Ewrupa û Kurdistanê hate pêşkêşkirin. Belgefîlim ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd a Rojava hatibû amadekirin.
Hêjayî ku mihrîcana yekemîn li bajarê Berbertal ê Elmanya sala 2014‘an de pêk hatibû.”