Çeteyan li gundê Kurzêlê ya girêdayî navçeya Şêrawa û Upila û Xelîleka yên girêdayî navçeya Bilbilê ciwanan neçar dikin ku xendeqan bikolin û her wiha jî jinan neçar dikin ku xwarinê ji çeteyan re amade bikin û cilê çeteyan bişon.

Çavkaniyan diyar kirin ku li navçeya Bilbilê welatiyê bi navê Abid El-Deyan Horo (60) yê ji gundê Kotana ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate revandin û di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Her wiha çavkaniyan ji gundê Şêxotka yê girêdayî navçeya Mabata diyar kirin ku li ser belavkirina mal û milkên welatiyan di navbera çeteyan de şer  derket.

Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî kantona Efrînê bûne dixwazin ku demogarfiya herêmê biguherin û malbatên çeteyên El-Xûta, Qelemûn û Humsê li herêmê bi cîh bikin.