حركة المجتمع الديمقراطي

JÛSO: Bila dest li ser hesabên Erdogan were dayîn

543

Rêxistina Ciwanan a Swîsreyê ya herî mezin JÛSO diyar kir ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî bin pê dike û bang li Swîsreyê kir ku bila li hemberî dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bide.

JÛSO xwest ku bila hesabên Erdogan û yên derdora wî dest li ser wan were danîn. JÛSO’yê bang li Konseya Federal kir ku bila tûrîzma Tirkan boykot bike.

JÛSO ya ku şaxa ciwanan a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê ye bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber şerê li Sûriyeyê hêzên navneteweyî û herêmî li Sûriyeyê hiqûqa navneteweyî bin pê dikin. JÛSO’yê bang li Konseya Federal a Swîsreyê kir ku bila li hemberî Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bide. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku Tirkiye zagonên navneteweyî bin pê dike û li Efrînê li dijî Kurdan şerekî bêhiqûqî dike.

JÛSO’yê bang li dewleta Swîsreyê kir ku heta niha Swîsreyê gelek çek û malzemeyên leşkerî firotiye Tirkiyeyê û bila ji niha şûnde çek û malzemeyên leşkerî nefiroşe.

JÛSO’yê diyar kir ku petrola ku ji wê herêmê tê derxistin aîdî DAÎŞ’ê ye û bi rêya Tirkiye û Îsraîlê ev petrol tê firotin. Ji ber vê jî divê Swîsre ji vê derê petrolê nestîne û pêşiya vê petrolê bigire.

JÛSO’yê xwest ku divê Swîsre peymanên bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê betal bike û di heman demê de divê Swîsre alîkariyê bibe Sûriyeyê.

‘DIVÊ KONSEYA FEDERAL BANGA BOYKOTKIRINA TÛRÎZMA TIRKIYEYÊ BIKE’

JÛSO’yê xwest ku bila Konseya Federal banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê bike. Berê jî Şaredarê Cenevreyê ji ANF’ê re axivîbû û diyar kiribû ku, “Çûna Tirkiyeyê tê wateya ku mirov dibe şirîkê şerê ku li dijî Kurdan tê kirin. Piştgiriya ji bo ekonomiya Erdogan tê wateya xurtbûna Erdogan.”

JÛSO’yê ji Konseya Federal xwest ku bila Konsey lêkolînê bike, bê ka Erdogan û derdora wî hesabên wan li Swîsreyê heye yan na, heke hesabên wan hebe divê dest li ser hesaban were dayîn.

JÛSO’yê berê jî daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ew ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê têbikoşin.