Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) destnîşan kir ku gelan azadiya xwe di şoreşa karkeran de dîtin û karkerên cîhanê bi boneya 1`ê Gulanê pîroz kir.
Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê bi boneya cejna Karkeran a Cîhanî daxuyaniyeke nivîskî da û got:‟ Serkeftina Efrîn serkeftina adalet û azadiya tevahî gelane. Em cejna Karkerên cîhanê pîroz dikin û berxwedaniya gelê me yê Efrîne pîroz dikin”.
‟ Têkoşîna tevgerên karker û karkeran li hemberî rêxistinên birjuwazî bandoreke mezin li ser pêşxistina doza karkeran kir.
Têkoşîna ku karkeran ji bo maf û îradeya xwe li tevahiya cîhanê dan meşandin bû mînak. Gelan azadî û îradeya xwe di şoreşa karkeran de dît, êdî şoreşa Karkeran bû adresa îradeya azad. Karkeran û gel ji bo gihîştina îradeyê bi hevre têkoşiyan. Lê bele heyanî niha jî li hemberî îradeya gelan ku parçeyekî ji îradeya karkerane êrîş û komplo têne kirin. Li hemberî îradeya jin, îradeya gelan û yekîtiya wan, li hemberî projeya biratiya gelan û têkoşîna wan a azadî û demokrasiyê û li hemberî berxwedaniya gelan êrîş û komplo hene.
Di şoreşa Bakurê Sûriyeyê de gelê me ji bo jiyaneke azad şopdarê şoreşa karkeran e. Divê hemû gelên di bin desthilatdariya kapîtalîzm û navendîbûna Rojhilata Navîn de, azad bibin.
Şoreşa ku gelê me li Rojava-Bakurê Sûriyeyê destpêkirine berdewamkirina şoreşa karkerane, dê ji bo gihîştina îradeya azad û têkbirina hêzên weke DAIŞ û dewletên piştgiriya wan dikin weke Tirkiyê, her têbikoşin.
Di şoreşa Rojava de ev bûye 7 sal ku şoreşa karkeran û nirxên azadiyê hedef têne girtin. Herî dawî di êrîşa li ser Efrîne êrîşî nirxên azadiyê hat kirin. Li bermaberî van êrîşan ji bo pêşeroj û aramiya Sûriyeyê were parastin li Efrîn û tevahiya Bakurê Sûriyeyê berxwedaniya bê hempa hat meşandin.
Bi boneya 1`ê Gulanê em cejna hemû karkeran pîroz dikin, bi ruhê têkoşîna karkeran berxwedaniya Efrîne silav dikin. Şoreşa gel û berxwedaniya Efrîne dê li hemberî hemû komployan biserbikeve.
Her wiha bi boneya 1`ê Gulanê em bang li rêxistinên sivîl, tevgerên jin, ciwan, rewşenbîr û çalakvanan dikin ku em bi dirûşmeya ` Serkeftina Efrîn…Serkeftina adalet û azadiya tevahiyê gelane` têbikoşin.
Bi destkeftiyên mezin em li Efrîne bighîjin serkeftine”.