Di peyamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de wiha hat gotin: 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Kantona Efrînê kiryarên hovane didomînin û zagonên navneteweyî binpê dikin. Di encamê de bi hezaran sivîl ji warên xwe hatin koçkirin û li herêmên bi ewle bi cih bûn.  vê yekê hişt ku herêm ji niştecihên xwe yên resen vala bibe.

Dagirkeriya Tirk vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û li herêmê siyaseta guhertina demografiyê dide meşandin. Di vê çarçoveyê de malbatên çeteyên dewleta Tirk li şûna gelê Efrînê têne bicihkirin.

Ev gaveke pir xetere ji aliyê dagirkeriya Tirk ve û pir eşkere 50 malbatên çeteyan ji Xûtaya rojhilat li herêma Cindirêsê bi cih kir. Her wiha artêşa dagirker 21ʹê Nîsanê gundê Berava yê girêdayî navçeya Şera ji şêniyên wê vala kirin û veguhestin gundê Çema bi cih kirin.

Her wiha malbatên çeteyan li taxên Mehmûdiye û Vîllat ên bajarê Efrînê jî hatin bicihkirin. Tê zanîn ku hezar û 148 çete tevî malbatên xwe ji herêma Qelemon a dikeve rojhilatê Şamê hatin û li Kantona Efrînê bi cih bûn.

Her wiha hezar û 200 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Hereket Ehrar Şam ji herêmên Cîrod, Nasiriye, Rehbiye ber bi herêmên Bakurê Sûriyê ve hatin rêkirin.

Artêşa Tirk a dagirker ji roja 18ʹê Nîsanê ve bi hevpeyama Tirkî-Rûsî bi sedan malbatên çeteyan ji gundewarên Şamê anîn û li Efrînê bi cih kirin. Her wiha malbatên Tirkmen ên ji Iraqê  li navçeya Şiyê bi cih kirin.

Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk destûr nade ku welatiyên Efrînê yên ku li çolê rewşeke dijwar dijîn û neçar dibin ku berê xwe bidin malên xwe yên li Efrînê, derbas bibin.

Siyaseta guhertina demografiyê axa Sûriyeyê parçe dike.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşeke barbarî bi ser gelê Efrînê yê bi ewle de anî û bi vê yekê hemû zagonên navneteweyî binpê kirin. Hebûna dagirkeriya Tirk li Efrînê xetereyeke mezin li ser Sûriyê û cîhanê ava dike, ji ber ku derfet dide ku komên çete jinûve hêza xwe kom bikin.

Dewleta Tirk her wiha li herêmê siyaseta Tirkirinê dide meşandin. Navên navend û saziyan veguhertin Tirkî.

Armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qirkirina gelê Sûriyê (taybet gelê Kurd), her wiha derxistina fitenyan di navbera gelê Sûriyê de. Ev kiryar xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a faşîst dike.

Wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, banga me ji rêxistina mafên mirovan a cîhanê û DYE re heye ku dagirkeriya Tirk û guhertina demografiyê rawestînin. Her wiha daxwaza me heye ku rewşa Efrînê wekî berê bi ewle bibe û civakeke demokratîk were avakirin. Kiryarên ku dagirkeriya Tirk li Efrînê pêk tîne, zagonên navneteweyî û mafên mirovan binpê dikin. Divê

Divê hun nûnerên xwe bişînin Kantona Efrînê da hovîtiya dagirkeriya Tirk li herêmê bibînin.