حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Helebê: Em bi hêvî ne Partiya Sûriyeya Pêşerojê aloziyê çareser bike

650

Şêniyên bajarê Helebê derbarê Partiya Sûriyeya Pêşerojê de, nêrînên xwe bi ANHAʹyê re parve kirin.

Welatiyê bi navê Ehemd Qasim da zanîn gelê Helebê piştgiriyê didin partiyê ji ber ku armancên wê xizmeta civakê dikin.

Welatiya bi navê Yasmîn Silêman jî hêvî kir ku avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê aloziya Sûriyeyê ku ev 7 salin didome, çareser bike. Yasmîn wiha got, ʺEm naxwazin ku welatê me parçe bibe.ʺ

Welatiya bi navê Şêrîn Xişman jî armancên partiyê hêviyên gelê Sûriyeyê pêk tînin û wiha domand, ʺJi ber hevpeymanên dewletên derve, gelê me gelek zulm dît. Armancên Partiya Sûriyeya Pêşerojê mafên tevahî gelan diparêzin. ʺ