حركة المجتمع الديمقراطي

Tirkiyê xayînan li Efrînê erkdar dike

551

Subhî Riziq bi awayekî veşartî xwendekar sor dikirin da ku derkevin meşan û wan birêxistin dikirin ku tevlî çeteyan (Artêşa Azad) bibin. Her wiha welatî û di nav wan de jî herî zêde ciwan ji bo ku koçberî Tirkiyê bibin teşwîq dikirin.

Subhî Riziq di sala 2013’an de bi destê istixbaratên Tirkiyê hate perwedekirin, di destpêka sala 2014’an de navendek internêtê li navçeya Cindirêsê vekir.

Piştî vegeriya navçeyê tu karên eşkere ne dikir, lê her dem hewaleyên peran ku çavkaniya wê kê/kî ne diyar bû ji navenda bajarê Efrînê werdigirt.

Di sala 2015’an de careke din berê xwe da Tirkiyê da ku ji wir berê xwe bide Elmanya. Piştî 6 mehan di destpêka sala 2016’an de careke din vegeriya navçeya Cindirêsê û bi awayekî veşartî dest bi karê xwe yê qirêj kir û ciwan li dijî Rêveberiya Xweser sor dikir.

Beriya êrîşa artêşa Tirk a dagirker bi çend mehan Subhî Riziq winda bû. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li hember Efrînê Subhî jî careke din li ser saziyên çapemeniyê xuyar kir. Vê carê wekî Serokê meclîsa Herêmî ya navçeya Cindirêsê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin de, hatiye erkdarkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe wergirtine, Subhî niha agahiyan dide istixbaratên Tirkiyê û malên hemû endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, endamên Asayîşê, YPG, YPJ û her kesên ku di saziyên rêveberiyê de dixebitîn û malên mamsoteyan jî nîşanî dewleta Tirk dike, da ku malên wan werin desteserkirin û malbatên çeteyan li şûna wan werin bicihkirin.