Li Berlînê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo sê rojan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî bi tûra otobusê bi dawî bû.
Li ser navê komîteya amadekar a çalakiyê Îsmaîl Parmaksiz têkildarî çalakiyê got ku, “Di çalakiya greva birçîbûnê de me tecrîda li ser Rêber Apo, qetlîamên li Kurdistanê ji raya giştî ya Elmanyayê re rave kir. Me diyar kir ku Rêberê Apo rêberê Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e.”
Parmaksiz têkildarî daxwazên wan jî got ku, “Em dixwazin artêşa faşîst a Tirk ji Kurdistanê derkeve, dawî li dagirkeriya li Rojava û Başûr bîne û tecrîda li ser Rêberê Apo bi dawî bikin.”
Parmaksiz diyar kir ku ji bo saziyên wekî DÎTÎB û Ocaxên Osmaniyan yên ku têkiliya wan bi rejîma Erdogan heye li Elmanyayê werin qedexekirin, ew ê dest bi kampanyaya îmzeyan bikin.
Parmaksiz herî dawîn jî diyar kir heta ku rêzdar Ocalan azad bibe û artêşa Tirk a dagirker ji Kurdistanê derkeve ew ê têkoşîn û çalakiyên xwe bidomînin.