حركة المجتمع الديمقراطي

Elewî û êzidiyên Efrînê: Li ser me qirkirin heye lê em ê li berxwe bidin

639

Kantona Efrînê bi pir rengiya xwe ya civakî tê naskirin. Di kantonê de ol, mezheb û netewên cûda bi biratî û hevgiritinê bi hev re jiyan dikirin. Heta Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêm dagirkirin, tundî û wêranî bi ser herêmê de anîn.

Çeteyan, welatiyên êzidî revandin û ew bi zorê birin mizgeftan da ku bi darê zorê bikin misliman. Çeteyan hemû cihên pîroz ên êzidiyan wêran kirin, hejmarek zêde ji welatiyên Êzidî dane koçberkirin û malbatên çete li malên wan bi cih kirin.

Li Efrînê 22 gundên êzidiyan hene. Ew jî gundên Basûfan, Feqîra, Qestel Cindo, Elî Qîna, Qîbarê, Xezawiye, Biric Ebdelo, Qetme, Êyn Dara, Tirindê, Sînka, Kefer Zêt, Îska, Şadiriye, Kîmar, Çeqela, Aşka Rojhilat, Baî, Qicûma, Qîle û bajarê Cindirêsê ne. Di van de 25 hezar welatiyên êzîdî jiyan dikirin.

Bi hezaran welatiyên Elewî jî li Efîrnê jiyan dikin. Ew jî li navçeya Mabata ne, hejmara wan zêdeyî 5 hezar kes in. Welatiyên Efrînê xwe di riya Meclîsa Elewiyan birêxistin dikirin. Lê piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker rêxistina wan tevlî hev bû.

Dema êrîş li ser Efrînê û gundên wê zêde bû, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cihê pîroz û mezarên welatiyên Êzidî û Elewî hedef girtin. Welatiyên Elewî û Êzidî ji ber metirsiya qetilîaman neçar bûn ku malên xwe terik bikin.

Piraniya welatiyên Êzidî û Elewî niha li kantona Şehbayê dimînin. Li gundên Kefer Nasih, Kef Naya, Til Rifet, Fafîn, Wehşiye û Kampên Berxwedan û Serdemê de dimînin.

Welatiyê Êzidî Derwîş Marko (83) ji gundê Feqîra ya navçeya Cindirêsê ye. Li ser kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk dixwaze serdema osmaniyan zindî bike. Em bi darê zorê ji malên me derxistin. Cihên me yên pîroz wêran kirin. Çete di malên me de bi cih kirin. Welatiyên me yên di Efrînê de mane bi darê zorê dikin misliman. Me wekî kafir pênase dikin. Bi vê yekê di nava ol û gelên ku li Efrînê bi hev re jiyan dikirin, tevlîheviyê derdixin.”

“Em serî natewînin”

Jina Êzidî ya bi navê Henîfe Elî Nesir a ji gundê Şadiye ya navçeya Şêrawa jî got ku çete jinên Efrînê û bi taybet ên Êzidî direvînin û wiha dom kir: “Ew jî wekî çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kirin, dikin. ”

Welatiyê bi navê Hisên Ehmed ê Elewî ji ku navçeya Mabata ye, derbarê mijarê ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk bi çeteyan re hevkarî dike. Herêmên me wêran kirin. Bi mîlyonan gelê Sûriyê ji cih û warên wan derxistin. Hemû cîhan jî vê yekê baş dizane. Niha jî li dijî Efrînê komkujiyan pêk tîne. Lê ew çi jî bikin em ê serî ji wan re netewînin.”

Welatiyê bi navê Welîd Hemo yê Elewî jî derbarê mijarê wiha axivî: “Civaka me ya Elewî meclîsên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine avakirin qebûl nakin. Ew tevlîheviyê di nava pêkhateyan de derdixin. Welatiyên herêmê yên resen didin koçberkirin û çeteyan û malbatên wan li Efrînê bi cih dikin. Lê bila her kesek bi zane ku em ê tu caran van êrîşan qebûl nekin û em ê li berxwebidin.”