Nexweşxaneya Kesra ya Dêrazorê bi derfetên xwe yên herî kêm, rojane pêşwaziya derdirab 400 nexweşan dike. Endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê û welatiyên herêmê bang li rêxistinên mivovî yên navdewletî kirin ku piştgiriya nexweşxaneya wan bikin.
DÊRIZOR
Di vê rewşê de nexweşxane rojane pêşwaziya 400 nexweşên ku piraniya wan zarok û jin in, dike. Piraniya wan ji koçberên di kampa Ebû Xeşb de dimîn in.
Di demên dawî de li herêmê ji ber ne paqijiya avê nexweşiyên leşmanî, sorik, zikêş û herwekî din di nava nexweşan de belav bûne. Nexweşên bi nexweşiyên leşmanî û Sorka ketine heftane derdora 50 neweşî ye.
Di nexweşxaneyê de alavên pêwîst, wekî odeya emeliyata, alavên eşia, mexber, okscîn, malzarokên derve û dermanên nexweşeya Lişmanî nîne.
Jina bi navê Rewda El-Elî ya ji herêma Kesra derbarê mijdarê got ku rewşa wan a jiyanî zehmet e û wiha got: “Em bi zehmetî dermankirinê peyda dikin. Dermanên pêwîst û alavên pêşketî nîn in. ji ber kêmbûna derman û alavan, hin welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariyên tenduristî yên pêwîst ji nexweşxaneyê re pêşkêş bikin.”
Endama Komîteya Tenduristî ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Nur El-Huda El-Ecîlî jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman: “Em ji rêxistinên navdewletî daxwaz dikin ku piştgiriya nexweşxaneyê bikin. Derfetên nexweşxaneyê pir kême û gelek alav pêwîst in. Herî dawî nexwexaşneyên Leşmanî û Sorkê di nava welatiyan de belav bûye, pwêsîtî bi gelek derman heye. Nexweşên Leşmanî gihiştin hezar û 500 û Sorikê jî gihiştin 3 hezar î.”
Nexweşxaneya Kesra di 5’ê mijdara 2017’an de bi alîkariya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên herî hate vekirin. Welatiyan bê pere derman dike û dermanan jî li gorî derfetên heyî pêşkêş dike. Tekane nexweşxane li gundewarên rojhilat a Dêrazorê ye.